27'ê Kanûna Sala 2012an li bajarê Qamişlo Fermandariya Pispor a Parastinê ku girêdayî Desteya Bilind a Kurde hat damezrandin. Fermandariyê duh bi armanca destnîşankirina erk û xebatên xwe, civîna duyemîn lidar xist.
Yek ji xalên sereke yên peymana hevkariya netewî û biryarên Desteya Bilind a Kurd, avakirina komîteya parastinê bû. Li gorî vê yekê, 27'ê Kanûna sala 2012 li bajarê Qamişlo Desteya Bilind a Kurd avakirina Fermandariya Pispor a Parastinê ragihand.
Fermandariya duh bi tevlîbûna hemû endaman û bi armanca destnîşankirina erk û xebatên xwe, civîna duyemîn lidar xist. Di encama nirxandinên berfereh de, biryarên ku di civînê de hatin wergitin ev in:
-Hêza leşkerî wê ji bo parastina hemû herêmên Kurdî û pêkhatiyên wê yên olî û netewî be.
-Her endamê vê hêzê wê xwedî nasnameyî xwe ya taybet be.
-Divê endamên hêzê di perwerdeya akademîk re derbas bibin.
-Cih û deverên xebatên hêzê wê li gorî biryara fermandariya giştî were destnîşankirin.
-Yekîneyên girêdayî hêzê wê li gorî Tabur û Tugayan werin birêxsitinkirin.
-Li gorî biryara fermandariya qada piratîk û erêkirina fermandariya giştî wê erka fermandaran were destnîşankirin.
-Wê bang li her kesê ku dixwaze tevlî vê hêza girêdayî Desteya Bilind a Kurd e were kirin.
-Piştî ku ev hêza hevbeş were avakirin, nabe ku li herêmên Kurdan ti hêzên din yên leşkerî werin avakirina û ev hêz wê weke ne rewa werin binavkirin.
-Wê komîteyên qada pratîk werin avakirina û deverên taybet yên perwerdekirinan wan werin destnîşankirin.
-Daxwaz ji Desteya Bilind a Kurd were kirin da ku pêdiviyên hêza hevbeş bicih bîne.
-Hêza hevbeş wê hêzeke serbixwe be û li ser hîmê wekheviyê nêzî hemû aliyên siyasî bibe.
-Di civîna pêş de wê nav û sembola hêza parastina ya hevbeş were destnîşankirin.