Fermandariya Eyaleta Serhedê ya HPG'ê der barê galgalên ku dibêjin esrara li zeviyên navçeya Qaxizmana Qersê tên çandin, di bin çavdêriya gerîlayan de pêk tê de daxuyaniyek da û van îdîyana ji binî ve derewand û got; “Ev îdîa xizmeta şerê taybet dikin”.
Fermandariya Eyaleta Serhedê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke niviskî bersiv da îdîayên der barê zeviyên li navçeya Qaxizmana Qersê ya ku esrar lê tên çandin û got; “Ev îddia dûrî rastiyêye û propagandayên bi xizmetê şerê taybet dikin. Divê gelê me û raya giştî ya bihistyar di vê mijarê de hişyar bin.”
Di daxuyaniya Fermandariya Serhedê de wiha hat gotin; “Li navçeya Qaxizmana Qersê li herêm geliyê Hacê ji aliyê Artêşa dagirker a tirk û hevkarên wê ve galgalên li zeviya çandina esrarê û çandina van a di bin destûra gerîlayên me tê belavkirin. Bi van gotin û galgalan dixwazin vê biavêjin stuyê me û bi riya gotinên artêşa dagirker a tirk û hevkarên wê dîsa bi riya çapemeniya wan dixwazin di derbarê tevgera me de şik û gûmanan ava bikin. Dîsa gotinên girtina erzak û cebilxaneyê gerîlayên me di çapemeniya şerê taybet de tê belavkirin.
Ev îddia dûrî rastiyêye û propagandayên bi xizmetê şerê taybet dikin. Divê gelê me û raya giştî ya bihistyar di vê mijarê de hişyar bin.”