Ji dozger bo Roboskiyan gefa 'hûn ê dengê xwe bibirin'
Ji dozger bo Roboskiyan gefa 'hûn ê dengê xwe bibirin'
Ji dozger bo Roboskiyan gefa 'hûn ê dengê xwe bibirin'
Piştî 430 roj bi ser komkujiya Roboskî re derbas bû, Serokê Komîsyona Qilabanê ya girêdayî Komîsyona Meclîsê Îhsan Şekerê AKP’yi ji bo 28’ê sibatê banga kombûnê li komîsyonê kir. Ji mexdûrên komkujiyê Velî Encu diyar kir ku tu hêviya wan ji rojeva vê civînê û rapora ku dê bê aşkerekirin tune û da zanîn ku wî di çarçoveya lêpirsîna “propagandaya PKK’ê” de roja 20’ê sibatê li dozgeriyê îfade daye. Encu got ku dozger ji wî re gotiye: “Hûn çima li vir û wir diaxivin? Hûn ê dengê xwe bigirin” û wiha domand: “Dozger dozgeriya kê dike? Em vê nizanin, lê em dest ji doza xwe ya ji bo têkoşîna edaletê bernadin. Em bi tu awayi natirsin."
Duh, Serokê Komîsyona Lêkolînê ya Qilabanê ya ku ji aliyê Meclîsê ve hatiye avakirin Îhsan Şener ji bo pêşkêşkirina rapora komkujiya Roboskî bang li endamên komîsyonê kir ku 28’ê sibatê li hev kom bibin. Şenerê ku got ku dibe “operasyonek bê guneh a ewlekariyê be”, da zanîn ku ew ê di raporê de derbarê kesên ku fermana komkujiyê dane de tu agahî nedin.Velî Encu yê ku bira û gelek xizmên xwe di komkujiyê de winda kir da zanîn ku tu hêviya wan ji rapora ku dê komîsyon aşkere bike tune.
'EM TU TIŞTEK JI RAPORÊ HÊVÎ NAKIN'
Encu ku got:“Ji roja komkujiyê û vir ve tu rojek tune ku em li rastî gef, tehdît, binçavkirin û cezayê pere neyên” û wiha pê de çû: “Em her roj bi hinek ên nû re tên rû hev. Ez dixwazim ji bo komîsyonê vê yekê bibêjim. Em ne ji komîsyonê ne jî rapora ku dê aşkere bikin tu tiştek hêvî nakin. Me bawer kiribû ku dê bi rastî jî bên vir êş û janên me, hestên me fêm bikin, li ser bifikirin û bibin alîkarî. Lê me baweriya xwe bi wan winda kir. Komîsyonê gotibû ku ew ê 15’ê adara 2012 raporê amade bikin û aşkere bikin. Ev nebû, her roj taloq dikin. Her yek ji endamên komîsyonê daxuyaniyeke cûda didin."
HUKÛMET ZEXTAN LI KOMÎSYONÊ DIKE
Encu diyar kir ku hin endamên komîsyonê ji dil dixebitin û wiha domand: “Lê piştî vê bûyera hovane, ku mirovên bê guneh têde hatin qetilkirin, em tiştên ku piştî vê operasyona bi plan û zanebûn hate kirin weke komkujî bi nav dikin. Ev mirov bi awayeke wisa hatin qetilkirin ku bûyerên mîna vê di dîroka mirovahiyê de pir kêm in. Her çendî 430 roj bi ser komkujiyê re derbas bûne, heta niha îfadeya tu kesî negirtine. Cihê wezîfeya fermandarê alayê hate guhertin, lê ji wir û heta niha bi qasî serê derziyê pêngavek nehatiye avêtin. Em ji vir diqîrin; serê vê komkujiyê digihe berpirsên siyasî. Em vê wisa dibînin. Teqez ev yek wisa ye. Berpirsyartiyên siyasî hene. Ji ber ku serê wê digihe hukûmetê, loma her tim zextê li komîsyon dike.”
Velî Encu da zanîn ku komîsyon bi arastekirina ji aliyê Serokwezîr û serfermandarê artêşê ve tê birêvebirin û diyar kir ku komîsyon ji bo kêmkirina nerazîbûn û bertekên raya giştî ya Tirkiye û navneteweyî hatiye sazkirin. Encu ku bi bîr xist ku serokê komîsyonê Îhsan Şener daxuyaniyên ji hev cûda dide û got: “Gotinek wan ji ya din nagire. Em ji lêpirsîna wan a îdarî tu tiştek hêvî nakin.”
JI BO WELÎ ENCU LÊPIRSÎNEKE DIN
Encuyê dibêje: “Em weke malbatên Roboskiyê em ê tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedin”, agahî da ku dozgeriya Qilabanê li dijî wî dozeke din vekiriye. Encuyê ku diyar dike ku dozger ji bo îfadegirtinê bangî wî kiriye û wiha axivî: “Min got ez nizanim ez ê ji kîjan sucî îfade bidim. Min got mijar çi ye, gotin em nizanin. Ji bo vê ez çûm dozgeriyê. Min ji dosyayên li ser maseyê wî dît ku dixwazin ji ‘propaganaya PKK’ê’ îfadeya min bigirin. Gava ku ji min re got ez şaş mam. Min bawer nekir. Dozger hat ba min. Dosyayek mezin di destê wî de hebû. Min ji dosyayê zanîn ku ez ê ku birayê xwe di komkujiyê de winda kiriye bi telefonê têm guhdarkirin.”
JI DOZGER GEFA ‘DENGÊ XWE BIBIRIN’
Encu da zanîn ku her ku diçe zextên cezayê pere, gef, tehdît û zextên li ser malbatên dilşewat ên Roboskiyê ji aliyê dewletê vê tên zêdekirin, wiha got: “Tu carî dest ji vana bernedan. Niha jî dema ku ez van agahiyan didime we dibêjin ku ‘te suc kiriye’. Dozger ji min re dibêje ‘tu çima li vir û wir diaxivî? Hûn ê dengê xwe bibirin’. Ji ber ku axaftinên me qaşo ‘propaganda ye’.”
'DOZGER PARÊZERÊ KÊ YE?'
Encu ku diyar kir ku tomarên dengê telefonan jî di destê dozger de hene, wiha berdewam kir: “Ji bo hin parkatên ku haya min jê tune, dibêjin te amade kiriye û ji ber ku ez bi mêvanên di salvegera komkujiyê de hatin Roboskiyê re eleqeder bûm, ‘min sûc kiriye’. Hevdîtinên me yên ku me li Amedê bi dozger re pêk anî û hevdîtinên me yên me li Enqereyê li Meclîsê pêk anî, weke suc tê dîtin. Em nizanin ka dozger parêzertiya kê dike. Lê ez vê dibêjim: em natirsin.”