Di doza 95 jê girtî 152 siyasetmedarên Kurd yên ji doza "KCK"'ê tên darizandin ji 95 kesan tenê kesek serbest hate berdan.
55'emîn rûniştina doza sereke û dîrokî ya KCK'ê ya Amedê ku 95 jê girtî 152 siyasetmedarên Kurd lê tên darezandin li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê hate dîtin. Berî rûniştinê li dora edliyeyê tedbîrên gelek berfireh hatin girtin û kesên ketin adliyeyê 3 nokteyan hatin lêgerîn. Parlementerên BDP'ê, Prof. Dr. Buşra Ersanli, Rojnameger Nuray Mert, ÎHD û gelek kesên biyanî tevlî rûniştinê bûn.
Piştî parastina parêzeran siyasetmedarê Kurd Garip Kandemir serbest hate berdan û berdewama girtina 94 kesan hate xwestin. Heyetê dîsa derbarê siyasetmedarên Kurd Sabrî Ok û Remzi Kartal de biryara girtinê da. Heyetê doz taloqî 1'ê cotmehê kir.