Ji doza KCK’ê ya sereke tenê 2 kes hatin berdan

Ji doza KCK’ê ya sereke tenê 2 kes hatin berdan

65'emîn rûniştina doza KCK'ê ya 110 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd tên darizandin hate dîtin. Di rûniştinê de ji 110 kesan tenê Yaşar Sari û Cebrail Kurt serbest hatin berdan. Heyetê doz taloqî 14'ê Çileya 2013'an kir.

65'emîn rûniştina doza sereke ya "KCK"ê ya 110 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê pêk hat. Weke her car dîsa derdorê edliyeyê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. 50 girtî ji ber rapor girtin tevlî rûniştinê nebûn, 60 girtî û 4 kesên serbest tên darizandin tevlî rûniştinê bûn.

Di rûniştinê de delîlên derbarê Serokê Meclîsa Giştî yê Amedê yê berê Şeyhmus Bayhan hate xwendin. Piştre Prz. Fethî Gumuş, Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, Prz. Meral Daniş Beştaş, Cebar Legara, Sabahattin Acar, parastin kirin û helwesta heyetê rexne kirin. Parêzeran diyar kirin ku, ev helwesta heyetê ji aştî û demokrasiyê re xizmetê nake û xwestin ku mafê kurdan bê naskirin û rastiya kurdan li ber çavan bê girtin.

Piştî parêzeran parastin kir heyetê navber dan. Heyetê piştî navberê rûniştina dozê 3 meh taloq kir ango taloqî 14'ê Çileya 2013’an kir. Heyetê tenê Yaşar Sari û Cebraîl serbest berdan.