Ji Demîrtaş bo AKP’ê: Hûn çima ditirsin?

Ji Demîrtaş bo AKP’ê: Hûn çima ditirsin?

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, daxuyaniya AKP'ê ya piştî 3 siyasetmedarên kurd ên jin ku li Parîsê hatin qetilkirin da şermezar kir û got: "Xofa kesên vê daxuyaniyê dide çi ye? Em çawa bizanin ku van kesên daxuyaniyê didin ev komkujî pêk neanîne? Em çi dizanin ku tiliya wan kesan di nav plansaziya vê komkujiyê de tune ye. Sedema tirs û xofa we çi ye?"

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş li ser hesaba xwe ya ya twîtterê têkildarî qetilkirina 3 siyasetmedarên kurd ên jin ên bi navê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Sonmez ên li Buroya Enformasyona Kurd a Parîsê nirxandin kir û wiha got:

"Di pêvajoya hases de AKP li şûna ji bo komkujî bê zelalkirin ligel Fransayê hewildanan bike dibêje, 'înfaza di nava rêxistinê de' û hewl dide rê li vê yekê bigire." Demîrtaş bertek nîşanî daxuyaniya ji aliyê AKP'iyan ve hate dayîn da û got: "Ez li hemberî vê helwestê vê yekê dipirsim; Wê demê kesên daxuyanî dan, em çi dizanin ku tiliya wan di nava vê komkujiyê de tune? Sedema xof û tirsa we çi ye?