Ji çareseriyê re muzakere, ji aşitiyê re wekhevî

Ji çareseriyê re muzakere, ji aşitiyê re wekhevî

HDK’ê bi dirûşima “Ji çareseriyê r muzakere, ji aşitiyê re wekhevî’ li rojavayê Tirkiyeyê kampanyayekê da destpêkirin. HDK dê bi vî awayî diyar bike ku pêwîstî bi çareseriyeke çawa heye û di heman demê de dê rê nede hewldanên AKP’ê yên ji bo karanîna pêvajoyê.

Kogreya Gelan a Demokratîk (HDK), piştî hevdîtinên li Îmraliyê di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ûdewleta Tirk de dest pê kirin, li rojavayê Tirkiyeyê dest bi kampanyaya “Ji çareseriyê re muzakere, ji aşitiyê re wekhevî” da destpêkirin.

Ev kampanya di hefteya dawiya mehê de hate rojeva Meclîsa Giştî û ji aliyê Lijneya Rêveber ve hate erêkirin. HDK dê ji bo çareseriyeke aşitiyane û demokratîk hewl bide û dê li rojavayê Tirkiyeyê ji bo amadekirina bingehê aşitiyê têbikoşe.

Armanca vê kampanyayê wiha ye: “Di pêvajoya hevdîtin û muzakreyan de pêkanîna civakîbûna aşitî û wekheviyê, vegotina pêşniyarên aşitiyê ji bo gelên Tirkiyeyê (bi taybet li rojava), ji bo aşitiyê lidarxistina çalakiyên cûda; di heman demê de li  dijî siyaseta êrîşkar a li hemberî Sûriyeyê pêşxistina “Aşitiya Rojhilata Navîn’.”

HDK’ê tiştên ku divê ji bo kampanyayê bên kirin wiha rêz kir:

"Divê bi naverokeke erênî ji bo civakîbûnê hewl bê dayin, divê pêşniyarên ji bo aşitî û wekheviyên bên belavkirin, bidin ecibandin û ji bo vana xebat bên kirin.

Divê rewşenbîr, akdemîsyen, nivîskar feydeyeke erênî bidin pêvajoyê û ji bo vê yekê derfet bidin afiandin.

Divê di heman demê de, di pêvajoya aşitiyê de, di warê ked, ekolojî û demokrasiyê de û ji bo girêdana wan bi hev ve pêngavên mezin bê avêtin. "

HDK’ê bi dirûşima “Ji çareseriyê r muzakere, ji aşitiyê re wekhevî’ li rojavayê Tirkiyeyê kampanyayekê da destpêkirin. HDK dê bi vî awayî diyar bike ku pêwîstî bi çareseriyeke çawa heye û di heman demê de dê rê nede hewldanên AKP’ê yên ji bokaranîna pêvajoyê.

Pêngava yekemîn a kampanyaya berfireh dê heta çalakiyên Newrozê berdewam bikin. Di vê çarçoveyê de dê xebatên cûda yên ji bo aşitî û wekheviyê bên lidarxistin û dê civînên gel bên pêkanîn. Dê rojeva wan a 8’ê Adarê û Newrozê aşitî be. Roja 1’ê Gulanê jî dê bi beşdariya Lijneya Giştî ya Sêyemîn a HDKê  û kongreya mezin a HDP’ê pêngava duwemîn a girseyî bê lidarxistin.

SOFREYA AŞITIYÊ DÊ BÊ DANÎN

HDK dê di dema kampanyayê de belavokên bi dest dan belav bikin, dê li derdora avahiyên partiyên hevpar xwe pankarên ji bo aşitiyê daliqînin, dê civînên gel bên lidarxistin, xwarinên aşitiyê bên dayin, standên ji bo aşitiyê, meş, çalakiyên aşitîxwaz ên sporê û konser dê bên dayin û daxwaza aşitiyê bê kirin.

HDK DÊ KAMPANYAYA ALÎKARIYÊ JÎ BIMEŞÎNE

Her wiha, dê ji bo penaberên Sûriyeyî yên ku ji ber şer reviyane û di şert û mercên dijwar de dijîn, dê li Stenbolê kampanyaya alîariyê bê meşandin.  Alîkariya ku dê bê berhevkirin, ji bo li penaberan belav bikin, dê bigihîn Şaredariya Serêkaniya Rihayê.