Li Stenbolê beriya rûniştina doza rojnamevanên di çarçoveya operasyonên di bin navê “KCK”ê de hatîn girtin, sibe dê Rojnameya Ozgur Gundem, Ajansa Nûçeyan ya Dîcleyê û Rojnameya Azadiya Welat daxuyaniyek hevpar ya çapemeniyê bidin.
Di çarçoveya lêpirsîna KCK’ê ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê tê birêve birin, di operasyona 20’ê Kanûna 2011’an de 36 jê girtî bigiştî derbarê 44 rojanemavanan de doz hate vekirin, doz dê 10-14’ê Îlonê li 15’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê bê dîtin. Beriya doze dê sibe Rojnameya Ozgur Gundem, Ajansa Nûçeyan ya Dîcleyê, Rojnameya Azadiya Welat û Cemiyeta Rojnamevanên Başûrêrojhilat jî di nav de têkildarî dozê dê li gorî demjimêra herêmî di demjimêr 12.00’an de daxuyaniyek hevpar ya çapemeniyê bidin.