Xebatkarên çapemeniya Kurd ji bo balê bikşînin ser doza di 10-14'ê Îlonê ya 36 jê girtî 44 rojnamegerên Kurd ku li 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê bên darizandin, daxuyanî dan û banga tevlîbûna dozê kirin. Edîtorê Rojnameya Azadiya Welat Çetîn Altun diyar kir ku, Hikûmeta AKP'ê li hember kurdan polîtîkayên komkujiyê xistiye dewrê û wiha got: "Kesên wekî AKP'ê nefikirin dibin hedefa daraza AKP'ê. Li hember siyasetmedar, parêzer, rojnameger, xwendekar, zarokên Kurd operasyon tên lidarxistin û niha nêzî 10 hezar girtiyên siyasî hene."
Xebatkarên Rojnameya Ozgur Gundem, Rojnameya Azadiya Welat, Ajansa Nûçeyan ya Dîcleyê, Saziya Belavkariyê ya Firatê, Kovara Demokratîk Modernîte û Gun TV û Radyo ji bo banga tevlîbûna sibê (10 Îlon) li Edliyeya Çaglayanê bê dîtin banga tevlîbûna rûniştinê kir. Xebatkarên çapemeniya Kurd li baxçeyê Cemiyeta Rojnamegerên Guneydogu daxuyanî da. Daxuyanî bi Kurdî û Tirkî hate xwendin. Bi kurdî Edîtorê Azadiya Welat Çetin Altun, bi tirkî jî Edîtorê Ajansa Nûçeyan ya Dîcleyê Alî Bûluş daxuyanî xwend.
‘DI ÎDÎANAMEYÊ DE DEREW Û KOMPLO HENE’
Edîtorê Azadiya Welat Çetîn Altun di daxuyaniyê de diyar kir ku, di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de 20'ê kanûna 2011'an de li hember saziyên çapemeniyê yên wekî; Ajansa Nûçeyan ya Dîcleyê (DÎHA), Rojnameya Ozgur Gundem, Azadiya Welat, Etîk Ajans, kovara Demokratîk Modernîte, saziya belavkariyê Firat li hember avahiyan û buroyan operasyon hatin lidarxistin û wiha got: "Di van operasyonan de 44 hevalên me rojnameger hatine binçavkirin û 36 hevalên me rojnameger esîr hatine girtin. Ji bo hevalên me rojnameger îdianameyeke derewîn hatiye amadekirin û hemû xebatên rojnamegeriyê sûç hatine dîtin. Îdiayên ku di îdianameyê de cih digirin hemû ji derewan pêk tên û komplone. Di îdianemeyê de xebatên rojnamegeriyê yên wekî; çêkirina nûçeyen, wêne kişandin, bi kamerayê dîmen kişandin, şopandina nûçe û daxuyaniyên çapemeniyê, bi siyasetmedaran re roportaj kirin, di navbera midurê nûçeyan û nûçegîhanan de axaftinên telefonan, şopandina rojevan, bi kurtasî li ser navê rojnamegeriyê çi hebe hemû sûç hatine dîtin. Mirov di îdianameyê de bi awayekî vekirî dibîne ku hevalên me rojnameger hedef hatine dîtin û esîr hatine girtin."
SIBÊ JI BO TIRKIYEYÊ ROJEK YA ŞERMÊ YE
Altun da zanîn ku rûniştina doza hevalên wan dê 10'ê îlonê de li 15'emîn Dozgeriya Cezayê Giran ya Stenbolê bê dîtin û wiha berdewam kir: "Doza ku sibê li Stenbolê bê dîtin ji bo Tirkiyeyê rojeke şermê ye. Ev doz faşîzma AKP'ê hatiye çi astê radixe ber çavan. Li welatekî pîvana demokrasiyê ya herî esasî li hember mafê îfade û ramanê rêzgirtine. Lê li Tirkiyeyê mafê îfade û ramanê hatine binpêkirin."
‘ME DI RIYA RASTIYÊ DE GELEK BEDEL DAN Û NIHA JÎ DIDIN’
Altun anî ziman ku her demê li dij saziyên çapemeniya azad zext û zordarî hatiye kirin û wiha lê zêde kir: "Di vê oxirê de bi dehan hevalên me yên rojnamevan hatin qetilkirin, bi dehan hevalên me yên rojnamevan hatin sûrginkirin û niha jî zêdetirî 100 hevalên me yên rojnamevan girtî ne. Em xabatkarên çapemeniya azad şahid, çavdêr û dozvanên siyaseta tevkujiyê ne. Em bûn şahidê polîtîkayên faşîzan yên li dij tevahiya civaka tirk û bi taybetî jî gelê Kurd. Ragihandina van polîtîkayan ya ji bo gel me weke berpirsiyarî ji bo xwe dît. Me xwest em bibin dengê gelên berxwedêr. Bi kurtasî mafê agahîstandina gel bi şîara ku rastî di tariyê de namînin weke prensîb me ji bo xwe girt. Di vê oxirê de me gelek bedel dan û niha jî em van bedelan didin. "
'ME TAWÎZ NEDA Û EM DÊ NEDIN'
Altun bibîrxist ku, li dijî xebatkarên çapemeniyê gelek zext hatin kirin û tu carî tawiz nedan. Altun derbirî ku wan tu carî li hemberî zext û zilmê ji prensîbên xwe tawîz neda û gav ne avêt û wiha got: "Ji niha û pêde jî em dê gavê bi paş de neavêjin. Mîna duh îro jî em berxwedana xwe didomînin. Hevalên me yên dîl li hundir, em li derve berxwedana xwe didomînin. Tu hêz û desthilatdarî wê nikaribe dengê çapameniya azad rawestîne.
Sibê ji bo Tirkiyeyê rojeke ya şermê ye, her wiha ji bo dîroka çapemeniya çîhanê jî rojeke dîrokî ye. Bi dehan rojnamevan bi şêwazekî girseyî tên darizandin. Em bang li hemû derdorên demokrat û gelê xwe dikin ku rojnamevanan bi tenê nehêlîn. Gelê me her demê li saziyên xwe yên ragihandinê, rojnamevanan xwedî derketiye. Em bawerin ku piştgiriya wan dê ji niha û pêde jî berdewam bike. Di vê çerçoveyê em careke din banga xwe li gelê xwe dikin ku beşdarî doza dîrokî ya sibê li Stenbolê destpê dike bibin."