Ji bo Zîndana Amedê bibe muze gavên yekemîn hatin avêtin
Yek ji gavên berbiçav ên ji bo Zîndana Amedê bibe muze “Navenda Koordînasyona Girtîgeha Amedê” ji aliyê şahidên hovîtiya wê demê û xizmên li hember wê hovîtiyê li ber xwe dan hat vekirin.
Yek ji gavên berbiçav ên ji bo Zîndana Amedê bibe muze “Navenda Koordînasyona Girtîgeha Amedê” ji aliyê şahidên hovîtiya wê demê û xizmên li hember wê hovîtiyê li ber xwe dan hat vekirin.

Yek ji gavên berbiçav ên ji bo Zîndana Amedê bibe muze “Navenda Koordînasyona Girtîgeha Amedê” ji aliyê şahidên hovîtiya wê demê û xizmên li hember wê hovîtiyê li ber xwe dan hat vekirin.
Yek ji gavên berbiçav ên ji bo Zîndana Amedê bibe muze “Navenda Koorînasyona Girtîgeha Amedê” li Qada Jiyana Hevpar a Sumerpark ji aliyê şahidên hovîtiya wê demê û xizmên li hember wê hovîtiyê li ber xwe dan hat vekirin. Di vekirina salvegera ku Eşref Anyik, Mahmut Zengîn, Ferhat Kurtay û Necmî Oner ên li hember bedena xwe li hember zilmê kirin agir, ligel malbatên pêşengên PKK’ê Hayrî Durmuş, Mazlum Dogan, Alî Çîçek, Ferhat Kurtay, Kemal Pîr, Necmî Onen û Akîf Yilmaz, kesên şahidên hovîtiya wê demê kirin û girseyeke qerebalix amade bûn. Di dema vekirinê de ku kêliyên hestyar rû dan, di çîrokên hatin vegotin de hin kesan rondik barandin.
Vekirin bi xwendina navên kesên di berxwedana girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan û rêzgirtinê destpê kir. Piştî vekirinê Serokê Daîreya Bihêzkirina Aboriya Xwecihî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Necatî Pîrînççîoglû ku axaftina destpêkê kir got ku heta girtîgeh bibe muze wê navend vekirîbe û di wê çarçoveyê de wê li bersiva pirsa “muzeyeke çawa” bigerin.
Xwişka Mazlum Dogan Arife Yildirim, bîranînên xwe û Mazlum Dogan re parve kir û wiha got: "Wekî her kesî ew jî çepgir û şoreşger bû. Piştî çû Enqereyê û rêxistin nas kir ji bo gelê xwe, xwe feda kir. Li Zîndana Amedê li dijî zilmê bi 3 darikên kibrîtê bedena xwe da ber agir. Pişte agirên çaran bûn bersiva wan. Ji ber vê yekê jî divê ev girtîgeh bibe muze û di hişan de cihê xwe bigire. Ger ku destûr nedin Girtîgeha Amedê bibe muze gelê Kurd bi hêz e û dikarin girtîgehê dagir bikin. Gelê Kurd xwedî têkoşîn û berxwedana dîrokî ye."
Xizmên din jî têkildarî muzeyê axivîn û xwestin Zîndana Amedê bibe muze û di hiş û aqilan de cihê xwe bigire.
Piştî axaftinan qurdeleya Navenda Koordînasyona Girtîgehê ji aliyê xizmên kesên di zîndanê de di ber xwe dan hat birîn. Li navendê wêneyên kesên li zîndanê jiyana xwe ji dest dan hatin bicihkirin û bi qurnefilan wêne hatin neqişandin. Herî dawî malbatên xizmên berxwedêrên Zîndana Amedê bi hev re wêne kişandin û sirûda "Zarokên dîroka şên (Tarihin şen çocuklari)" xwendin.