Li aliyekê salvegera Komkujiya Roboskî nêzîk dibe, li aliyeke din aşkere bû ku ji bo merasima bîranînê bi girseyî pêk neyê, rayedarên dewletê dest bi hewldanan kirine. Hate diyarkirin ku rayedarên leşkerî “diyarî” dane zarokên Roboskî yên ku dê dibistanan boykot bikin û hin mamosteyan jî zarokan vexwendine “partiyên sersalê”.
Piştî ku Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Qilabanê û Fermandariya Feramdariya Tûgaya Roboskî bihîstin ku dê zarokên dibistanê yên Roboskî dibistanên seretayî, navîn û amadeyî rojên pênçşem û înê boykot bikin, li xwendekaran “diyarî” belav kirin.
Rayedarên leşkerî ku piştî wê bi mamosteyan re hevdîtin pêk anîn, ji mamosteyan re gotin ku divê rojên pênçşem û înê ku dibistan vekirî ne, bên dibistanê.
Hat diyarkirin ku midûrê dibistanê di civînê de gotiye “fermandarê min bila dibistan vekirî be an bila betlane be?”, fermandar jî ji mamosteyan re gotiye ku divê dibistan vekirî bimîne û hat diyarkirin ku fermandar di berdewama axaftina xwe de gotiye ku bûyera Roboskî qezayek e.
Her wiha hate zanîn ku piştî fermandar gotiye “Bûyera Roboskî qeza ye”, wekîlê mamosteyan Velî Encu yê ku gelek xizmên xwe di komkujiyê de winda kir, nerazînbûn nîşanî fermandar da û di navbera wan de nîqaş çêbû. Velî Encu got: “Roboskî ne qeza ye, komkujiyeke ku dewletê bi xwe plan kiriye û pêk aniye. Em vê yekê wiha dizanîn û em ê ji bîr nekin.”
Hat diyarkirin ku fermandar di nîqaşê de gotiye “Ev bûyer qeza ye, em ê bi demê re bibînin, hûn ê vê yekêbiînin”. Velî Encu jî bersiv da û got: “Roboskî qeza ye, an komkujî ye, ger komkujî be, berpirsên wê kî ne, dê çawa bên darizadin, ev yek dê nîşanî me hemûyan bide.”
JI BO XWENDEKARÊN DILŞEWAT VEXWENDINA PARTIYÊ
Piştî ku hat bihîstin ku dê xwendekarên Roboskî roja salvegerê dibistanan boykot bikin, vê carê mamoste ketin dewrê û mamosteyên ku bi nêrînên xwe yên “ulkucu” (nijadperestên Tirk) Mustafa Bayir Ayşegul Gurbuz hatine gund. Her du mamoste zarokên ku di komkujiyê de zarokên xwe winda kirine vexwendine “partiya sersalê”.
Hate diyarkirin ku xwendekarên gund ji ber vê yekê giliyê van her du mamosteyên navborî li gel rêveberiya dibistanê kirine.
Me derbarê mijarê de bi xwendekaran re hevdîtin pêk anî. Xwendekaran got: “Mamoste Mustefa û Ayşegul ji me re gotin divê hûn roja pênçşemê teqez bên, em partiya sersalê pêk bînin. Me hemûyan nerazîbûn nîşan dan. Me ji wan re got ku em ê giliyê we li ba rêveberiyê bikin. Me giliyê wankir. Piştre gotin em ê dest jê berdin, lê me nezanî ka dê partî bikin an na.”