Ji bo şervanên YPG'ê merasîm

Şervanên YPG'ê Rustem û Botan li Şehîdgeha Şehîd Dijwar hatin oxirkirin.

Şervanên YPG'ê Rustem û Botan li Şehîdgeha Şehîd Dijwar hatin oxirkirin.

Şervanên YPG'ê Egîd Rustem û Egîd Botan ên li Til Berakê di sala 2014'an de jiyana xwe ji dest dan, li gundê Dawidiye yê Hesekê li Şehîdgeha Şehîd Dijwar ji aliyê malbatan, PYD, TEV-DEM û bi sedan kesî ve hatin oxirkirin.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê Fatma Hesen li merasîmê peyivî û got, "Şehîd pêşeroja me ne. Ji bîr nabin."

Cenazeyên Rustem û Botan ên sal û nîveke winda bû, piştî pêngava hêzên YPG/YPJ'ê ya azadkirina Til Berak û Til Hemîsê hatibûn dîtin.

...