Ji bo Rojavayê Kurdistanê kampanya alîkariyê didome

Ji bo Rojavayê Kurdistanê kampanya alîkariyê didome

Komiteya piştevaniya Rojavaya Kurdistanê li bajarê Hewlêrê kampanyayek nû ya ji bo alîkariya Rojavaya Kurdistan da destpêkirin.

Li Başûrê Kurdistanê alîkariya ji bo Rojavaya Kurdistanê didome. Gel û saziyên sivîl yên li Başûrê Kurdistanê bi navê Komiteya piştevaniya Rojavaya Kurdistan hatin gel hev. Îro komîteyê li bajarê Hewlêrê starda kampanyakî nû ji bo alîkariyê bi daxuyaniyek da. Bi vê mebestê li parka Qela bi başdarbûna nûnerên saziyên sivîl û endamê komîteya piştevaniya Rojavaya Kurdistanê bi dûrişmeya "Alîkariya Rojavayê Kurdistanê erkek mirovî û netewiye" konê alîkariyê hate vekirin.

Li ser kampanyayê endamê komîteyê Elî Siyasî diyar ku, dê kampanya heta 25'ê Cotmehê bidome û xwest hemû gelê Hewlêrê erkê xwe yê neteweyî pêk bînin.