Ji bo Rojavayê Kurdistanê deriyê sînor tê vekirin

Ji bo Rojavayê Kurdistanê deriyê sînor tê vekirin

Li Rojavayê Kurdistanê ji bo ku pirsgirêkên aborî bêne çareserkin û alîkariyên li perçeyên din ên Kurdistanê û derveyî welat hatine komkirin bigihîjin cihê xwe, di encama hewldanên Desteya Bilind a Kurd de, li sînorê Başûrê Kurdistanê deriyê sînor tê vekirin. Endamê Desteya Rêveber a Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl ji ANF’ê re axivî û da zanîn ku ew di hevdîtinên xwe li ser vekirina deriyê sînor rawestiyan e û di vî warî de lihevhatinek çêbuye. Xelîl, got ku di vê çarçoveyê de wan plan kiriye ku di nava mehekê de deriyê sînor vebibe, her wiha heyet bê avakirin.

Li Rojavayê Kurdistanê piştî destpêkirina pêvajoya şoreşê, xebatên avakirina xweseriya demokratîk her roja diçe birêkûpêk dibin û pêşve diçin. Gelê Rojavayê Kurdistanê piştî li gelek bajaran rêveberî girt destê xwe, dest bi xebatên birêxistinkirinê kir û di vê çarçoveyê de saziyên xwe avakirin. Li aliyekê ev xebatên birêxistinkirinê têne domandin û hewl tê dayîn ku di her warê jiyanê de sazibûn bê pêkanîn û pêdivî bêne bicîhanîn, li aliyê din jî, li hemberî hewldanên perçekirin û têkbirina îradeya kurdan, di bin navê Desteya Bilind a Kurd de yekîtî hate avakirin. Bi vê pêngava girîng re kurdên Rojava ku tune dihatin hesibandin, êdî bûne hêzek. Desteya Bilind a Kurd jî hem xebatên tên meşandin hîn bi awayekî sîstematîk dide meşandin, hem jî hewl dide ku pirsgirêkan çareser bike. Yek ji van pirsgirêkan ku hinek derdor hewl didin li dijî Desteya Bilind bikar bîne jî, pirsgirêka aboriyê ye. Desteya Bilind, niha hewl dide ku vê pirsgirêka bi destpêkirina şerê li Suriyeyê re giran bûye çareser bike û pêngavên girîng avêtine.

DEWLEMENDIYÊN KURDISTANÊ HATIBÛN TALANKIRIN

Rojvayê Kurdistanê di warê çavkaniyên binerd û sererd de gelekî dewlemend e. Petrola Suriyeyê bi temamî li Kurdistanê tê derxistin, dîsa hemû berhemên çandiniyê li Kurdistanê ne. Lê rejîma Baas di çarçoveya polîtîkaya birçîhiştin û qirkirinê de, ev dewlemendî hemû dibirin bajarên Suriyeyê yên wekî Şam û Helebê. Ev dewlemendiyên kurdan, piştre jî qasî ku dewlet dixwaze vedigeriyan Kurdistanê. Kurd jî neçar mabûn ku pêdiviyên xwe bi taybetî ji bajarê Helebê bîne. Lê bi destpêkirina şerê li Suriyeyê re, ji ber ku şer zêdetirîn li Helebê tê meşandin, Kurd jî êdî nikarin pêdiviyên xwe bigirin. Dîsa ambargoya li ser Suriyeyê jî bandora neyînî çêdike. Lewre jî pirsgirêkên aborî derketin. Alîkariyên ku li perçeyên din ên Kurdistanê û welatên din hatine komkirin jî, ji ber girtina deriyên sînor negihîşt Rojava. Lê Desteya Bilind a Kurd ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê gavên girîng di avêje. Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl, derbarê rewşa heyî, rexneyên ku di warê aborî de ji wan re tên û hewldanên wan ên çareseriyê de ji ANF’ê re nirxandinên girîng kirin.

'BI SEDHEZARAN WELATIYÊN ME MECBÛRÎ KOÇBERIYÊ BÛN'

Aldar Xelîl, bal kişand ku beriya şoreşê jî rewşa aborî ya Rojavayê Kurdistanê nebaş bû û ev agahî dan: "Petrola Suriyeyê hemû ji Rojava derdikeve, genim, pembo, zeytun, cehe hemû li Kurdistanê ne. Lê li Rojavayê Kurdistanê fabrîqeyek jî tune ye, şîrketek an jî cihekî ku berhem lê derkeve tune ye. Dewletê her tim bajarên xwe esas girtine. Herêmên kurdan hatine îhmalkirin, lewre jî gelê me di destêpêkê de di warê aborî de rewşek nebaş dijî. Ji ber vê rewşa hanê bi sedhezaran welatiyên men neçar man ku koçî bajarên wekî Şam û Helebê bikin da ku debara xwe bikin."

'REWŞA ŞER BANDOREK NEYÎNÎ LI SER ABORIYA GEL ÇÊKIR'

Xelîl, anî ziman ku bi destpêkirina pêvojoya şoreşê re, êdî ev pêwîstiyên jiyanî jî neman û kesên ji bo kar bikin koçî Şamê û Helebê kirine jî, ji ber rewşa şer neçar mane ku vegerin malên xwe. Xelîl, destnîşan kir ku ev yek bûye sedem ku bazIrganî çênebe û bi vê re girêdayî jî buhabûn çêbibe. Aldar Xelîl, destnîşan kir ku vê yekê bandora neyînî çêkiriye û axaftina xwe wiha domand: "Di rewşek wiha de gelê me gelek zehmetiyan dikişîne. Mînak niha li Rojavayê Kurdistanê derman kêm bûye, şîrê zarokan kêm bûye. Ev der navenda genim e, lê pirsgirêka ard heye. Dîsa sotemenî, neft, gaz têrî pêwîstiyan nake. Rewşek bêkariyê heye, bazirganî tune ye, danustendina bi bajarên din re kêm e. Lewre pirsgirêkên aborî tên heye."

'ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKÊ ERKA DESTEYA BILIND E'

Endamê Desteya Bilind Xelîl, anî ziman ku çareserkirina vê pirsgirêkê erka Desteya Bilind e û di vê mijarê de biryarên wan jî hene. Xelîl, got ku wan biryar girtiye ku ji bo aboriya herêmê polîtîkayekê diyar bikin û di pratîkê de pêk bînin. Aldar Xelîl, daxuyand ku beriya niha di warê aborî de çi pêwîstiyên gel hebûna, ji aliyê Helebê dihatin pêşwazîkirin, lê niha Heleb di nava şer de ye û êdî nikare berhemên xwe bigihîne aliyê din. Xelîl, bal kişand ku li ser tevahiya Suriyeyê jî ambargoyek heye û di rewşek wiha de pêwîstî bi lêgerînekê hebû.

DERIYÊ SÎNOR TÊN VEKIRIN

Xelîl, bal kişand ku yek ji sedemên çûna wan a Hewlêrê jî ev bû, axaftina xwe wiha domand: "Me xwest riyekê vekin. Yanî ne ku em ji wan tiştekî bixwazin, ji bo ku gelê me bi derfetên xwe pêdiviyên xwe peyda bike." Xelîl, da zanîn ku ew di hevdîtinên xwe li ser vekirina deriyê sînor rawestiyan e û di vî warî de lihevhatinek çêbuye. Xelîl, got ku di vê çarçoveyê de wan plan kiriye ku di nava mehekê de deriyê sînor vebibe, her wiha heyet bê avakirin û ev tişt gotin: "Heke derî bê vekirin, dê heyetek bê avakirin. Jixwe li aliyê Başûrê Kurdistanê ev heyeta wan heye. Ev herdu heyet bikevin têkiliyê, pirsgirêk dê bên çareserkirin. Wekî din pirsgirêk bi riyên kesan û riyên qaçax çareserî nabe." Xelîl, diyar kir ku dibe hêzên navneteweyî qebûl jî nekin, lê ev hewldana wan ji bo alîkariya mirovî ye û wiha axivî: "Baweriya me bixwe hebe bes e. Di asta navneteweyî de jî ne wekî rewşek siyasî, yanî wekî 2 dewletan bê zanîn, wekî aliyê mirovî bê zanîn dê encamên erênî bide."

Xelîl derbarê peywîra heyeta ku dê bê avakirin jî ev agahî dan: "Heyeta ku dê bê avakirin ji bo alîkariya mirovî ye. Ev heyet dê sazî û rêxistinên ku dixwazin alîkariyê bikin pêşwazî bike, her wiha yên dixwazin bikevin têkiliyê û piştgiriyê bikin, dê bi vê heyetê re di nava danustendinê de bin." Xelîl, destnîşan kir ku dê heyetek ji bo ku rewşa aborî ya Rojavayê Kurdistanê lêkolîn bike, di vî warî de polîtîkayan diyar bike û di jiyanê de pêk bîne jî, dê bê avakirin.

'HETA NIHA TU ALÎKARÎ NEGIHÎŞTIYE ROJAVA'

Derbarê alîkariyên ku ji Rojavayê Kurdistanê, li parçeyên din ên Kurdistanê û welatên din hatine komkirin jî Aldar Xelîl, agahî dan û ev tişt anîn ziman: "Hinek alîkarî hatibû komkirin, lê ji ber ku rê hemû girtî bûn, negihîştin Rojavayê Kurdistanê. Ji ber vê yekê jî derdorên ku alîkarî kom kirine, li welatiyên kurd ên ku ji Rojava çubûn Başûrê Kurdistanê û di kampan de hatibûn bicîhkirin, belav kirin. Me di gera xwe ya Hewlêrê de bi van saziyên ku alîkarî kom kirine re jî hevdîtin pêk anîn. Ew jî dixwazin ku rê bê vekirin û heyeta me jî bi wan re di nava danûstendinê de be. Niha jî rê bê vekirin, ev saziyên hanê amade ne ku piştgiriya xwe bidomînin. Heke pilana sînor pêk bê, dê ev alîkarî bigihîje Rojava."

Li ser rexneyên ku hinek derdorê di warê aborî de li Desteya Bilind dikin jî Xelîl, ev nirxandin kir: "Niha em di pêvajoya şoreşê de ne, hîna têkoşîn tê domandin. Hîn rejîm heye, dîsa riyên ku em bi hêzên navneteweyî re bikevin têkiliyê venebûne. Hinek dewlet hene hîn jî nikarin pirsgirêkên xwe yên aborî çareser bikin û bi alîkariya li derve dijîn. Lê ev derfetên me jî nîn in, em tevgerek civakî ne. Em hewl didin ku derfetên heyî bixin xizmeta gelê xwe û nehêlin bekivin destê kesan an jî komikan."

Aldar Xelîl, destnîşan kir ji ber ku hîn komîteya wan a aborî nehatiya avakirin û navendek Desteya Bilind a Kurd jî tune ye, yanî navnîşanek diyar tune ye, gel bi awayekî birêkûpêk serlêdanê nake. Xelîl, got ku ew pêwîstiyên gelê xwe dibînin ew ê di pêşerojê de di nava hewldana çareseriyê de bin û ev erkek Desteya Bilind e.

BANGA JI BO GEL Û SAZIYÊN ALÎKARIYÊ

Xelîl, di dawiya nirxandinên xwe de banga, "Ji bo ku gelê me jiyana xwe tazmîn bike, belkî di dema şoreşê de, lew re her tişt baş nabe. Lê divê em hewl bidin ku derfetan bi awayekî herî baş bikar bîne" li gel kir. Aldar Xelîl, ji bo sazî û rêxistinên alîkariyê jî ev bang kir: "Em ne miletekî ku dema kesek dibêje hema destên xwe li ber wan vekin. Dema kamyonek alîkariyê bê meydanekê wekî parsekan bidin me. Em miletek wiha nîn in. Em dixwazin sîstemek bazirganiyê vekin, zindîbûnek danûstendinê çêbikin. Di vê çarçoveyê de sazî û rêxistinên dixwazin alîkariyê bikin em amade ne pêşwazî bikin û danûstendinan çêbikin."