Ji bo Rojavayê Kurdistanê alîkarî didome

Ji bo Rojavayê Kurdistanê alîkarî didome

Komîteya alîkariya Rojavayê Kurdistanê ya herêma Şehrezor bi civînekê encamên xebata xwe ya komkirina alîkariyê aşkera kir. Berdevkê Komîteya Alîkariya Rojava Çinor Pênciwînî diyar kir ku, ew li Başûrê Kurdistanê bi yek helwest alîkariya ji bo Rojavayê Kurdistanê kom dikin û ji vê şûnde jî wê ji bo alîkariya Rojava xebatên xwe bidomînin.

Komîteya alîkariya Rojavayê Kurdistanê ya herêma Şehrezor, li bajarokê Pênciwîn bi daxuyaniyekî encama xebatên xwe yê alîkariyê aşkera kir. Di civîna ragehandinî de berdevkê komîteya alîkariyê Çinor Pênciwînî axivî û diyar kir ku, wan li herêmê 10 ton ard, 2 ton birinc, 80 kîlo rûn, 200 lître rûnê rohn, 200 kîlo Şekir û bi qasê 11 milyon 35 hezar Dînar alîkarî kom kirine. Pênciwînî diyar kir ku, li her deverê herêma Kurdistanê helmetek alîkariyê hatiye destpêkirin û gel jî eleqeyek baş nişan daye. Pênciwînî diyarkir ku, ew dê van alîkariyan bigehînin komîteya navendî ya Silêmaniyê û ji wir re jî alîkariya hatiye komkirin bigehînin Rojavayê Kurdistanê.