Ji bo parastina Heskîfê ‘Kampa Ciwana ya Heskîfê’

Ji bo parastina Heskîfê ‘Kampa Ciwana ya Heskîfê’

Hewldana Jiyanê ya Heskîfê, bi boneya rê li pêşiya bendava Ilisû bigirin û Heskîf di bin avê de nemîne dest bi şahiya 'Kampa Ciwanan ya Heskifê" kirin.

Hewldana Jiyanê ya Heskîfê, bi boneya rê li pêşiya bendava Ilisû bigirin û Heskîf di bin avê de nemîne, dîsa ji bo dîrok, çand û nasnameya Heskîfê bê parastin û di nava raya giştî de baldarî û lêxwedî deretinekê çêkin dest bi şahiya 'Kampa Ciwanan ya Heskifê" kirin. Kampa ku herî dawî di navbera 11-17'ê Cotmeha 2010'an de pêk hatibû, îsal dîsa destpê dike. Di vê kampê de ciwan dê fikir, raman û projeyên xwe bînin ziman û niqaş bikin. Di kampa ku xebatên şano, muzîk, spor û gelek livbaziyên din bên kirin dê 2 rojan vekirî bimîne.