Însiyatîfa Gelê Kurdistanê banga tevlîbûna meşên Serhildanê yên 27’ê Kanûnê ku dê bi wesîleya yekemîn salvegera Komkujiya Roboskiyê li bajarên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê û çalakiya ku dê 28’ê Kanûnê li Roboskî bê lidarxistin, li gelê Kurd kir. Înîsiyatîfê got: “Em bang li gelê Kur dikin li hemberî vêz zilma ku hîna jî berdewam dike xeta berxwedanê xurt bikin.”
Însîtiyatîfa Gelê Kurdistanê têkildarê Komkujiya Roboskî ya ku 28’ê Berfanarê (kanûn) li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê ji aliyê artêşa Tirk ve hate pêkanîn û di encamê de 19 jê zarok bi giştî 34 kes jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyek nivîskî weşand. Înîsiyatîfê bang li gelê Kurdistanê û Kurdistaniyên ku li bajarên Tirkiyeyê dijîn kir ku tevlî çalakiyên ku dê 27’ê berfanbarê ji bo Roboskî bên lidarxistin bibin.
Înîsiyatîfê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di peymanên Qesreşêrîn û Lozanê de ne tenê neteweya Kurd parçe kirine, di heman demê xenîmetên aborî yên gelê Kurd di nava xwe de parçe kirine û vê yekê weke “qirkirinên reş, spî û kesk” bi nav kir. Înîsiyatîfê diyar kir ku bi dirûşima “Kurdê herî baş Kurdê miriye” xwestin qirkirinê bixin meriyetê.
‘KOMKUJIYA ROBOSKÎ ENCAMEK A SENARYOYÊN TUNEKIRINA KURDAN E’
Înîsiyatîfê destnîşan kir ku gelê Kurd li welatê xwe Kurdistanê bi komkujî û qirkirinên li cîhanê bêhempa re rû bi rû man û got: “Ev hişmendî di roja îro de jî dixwaze Kurdan ji ser rûyê erdê biavêje û qir bikin, xwestine vê yekê bi komkujiyên Dêrsim, Mereş û Roboskî bixin meriyetê.” Înîsiyatîfê ragihand ku dewleta Tirk a ku li hemberî têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Ocalan û PKK’ê ketiye tengasiyê, hewldanên xwe yên qirkirinên li hemberî gelê me dijwartir kiriye û got: “Li Dêrsim û Mereşê Elewî, li Roboskiyê gelê me yê Sunî, ango armanca wan a sereke qirkirina gelê Kurd e.”
Înîsiyatîfê ku Erdogan û partiya wî AKP weke “taşeronê hêzên navnetewyî” bi nav kir, destnîşan kir ku AKP bi çeteya Gulen re bûye yek, hema bêje ew jî weke Ebdulhemîdê Duyemîn, senaryoyên qirkirina Kurdan amade dike. Înîsiyatîfê got: “Komkujiya Roboskî encamek a senaryoyên tunekirina Kurdan e.”
Înîsiyatîfê destnîşan kir ku ger mirov ji dewleta faşîst û yên ku fermana komkujiyê dan edaletê hêv bike, an jî ji wana li benda cezakirinên berpirsên komkujiyê bin, ev yek tiştek gelek bê wate ye û got: “Ev yek jî dê bi demê re were jibîrkirin, ji bilî vê tu wateyek din tune ye.” Înîsiyatîfê bang li gelê Kurdistanê û dostên wan kir ku hesabê vê komkujiyê bipirsin.
KAMPANYAYA ‘DEST NEDIN WEKÎLÊN ME’
Înîsiyatîfa Gelê Kurdistanê bal kişand ser nîqaşên rakirina mafê destnedana parlementerên BDP’ê yên ku li rastî gerîlayan hatin û got: “ Kesek ji Gul, Erdogan û wekîlên din ên Tirk napirse ka hûn çima bi artêşa Tirk re tên cem hev. Erdogan di her carekê de dibêje Artêşa Tirk çekan nadeyne, Kurd jî dibêjin ku li Rojhilat Navîn ku her kes çekdar dibe gerîla jî çekan nadeyne. Artêşa Tirk çekan deyne jî gerîla nadeyne. Ji ber vê jî rastîhevhatina wekîlên me û gerîlayên HPG’ê tiştek pir xwezayî ye. Li ser vî esasî em weke Înîsiyatîfa Gel kampanyaya “Dest nede Wekîlên Me” didin destpêkirin û bang li hemû gelê xwe dikin ku xwedî li vê kampanyayê derbikevin.”
BANGA PIŞTGIRIYA JI BO ROJAVA
Înîsiyatîfê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser destkeftiyên gelê Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê û destnîşan kir ku dewleta Tirk a faşîst xwest bi êrîşên komên çete yên li ser Rojavayê Kurdistanê encamê bigire û got: “Divê hemû gelê me yê li tevahiya Kurdistanê û dostên wan li hemberî van destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê bihîstiyar bikin û xwe li ser esasê parastina wan destkeftiyan bi rêxistin bikin.”
BANGA JI BO MEŞÊN SERHILDANÊ YÊN 27’Ê BERFANBARÊ
Însiyatîfa Gelê Kurdistanê banga tevlîbûna meşên Serhildanê yên 27’ê Kanûnê ku dê bi wesîleya yekemîn salvegera Komkujiya Roboskiyê li bajarên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê û çalakiya ku dê 28’ê Kanûnê li Roboskî bê lidarxistin, li gelê Kurd kir. Înîsiyatîfê got: “Em bang li gelê Kur dikin li hemberî vêz zilma ku hîna jî berdewam dike xeta berxwedanê xurt bikin.”
Înîsiyatîfê bang li ciwanên Kurdistanê kir ku li qadên serhildanê gel biparêzin û got: “Têkoşîna me ya bi rêbertiya Rêber Apo û PKK’ê dê teqez bi Serhildanan bigihe serhildanê.”