Di sala 1994'an de li herêma Çiyareşkê yê navçeya Payizava ya Wanê şer derket û di şer de çekên kîmyewî hatin bikar anîn û 48 gêrîlayên PKK'ê di şer de jiyana xwe ji dest dan. Malbatên gêrîlayên PKK'ê yên ku malbata birayê Ciwan Haco Naîf Haco jî heye ji bo gora komî bê vedan û cenazeyên zarokên xwe wergirin serî li şaxa ÎHD'ê ya Wanê dan.
Di sala 1994'an li herêma Çiyareşkê ya Payizava ya Wanê şer derket û di şer de ji ber ku leşkeran di operasyonê de çekêm kîmyewî bikar anîn 48 gêrîlayên PKK'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Gêrîlayên PKK'ê li gundê Dimê bi komî hatibûn definkirin. Piştî 48 gêrîlayên PKK’ê ku birayê Ciwan Haco Naîf Haco jî heye li gundê Dimê hatin definkirin, malbatan seri li Şaxa ÎHD'ê dan û alîkarîya hiqûqî xwestin. Malbata gêrîla Naîf Haco (Hesen ) û malbatên din ji bo gora komî bê vekirin û cenazeyên xwe wergirin serî seri li MEYA-DER'ê ÎHD'ê dan. Malbata Haco li gel rêveberên MEYA-DER'ê erî li Şaxa ÎHD'ê ya Wanê dan û alîkarî xwestin. Birayê Naîf Haco, Nûredîn Haco ku ji Ewropayê hat diyar kir ku, ew dixwazin cenazeyê birayê xwe wergirin û ji bo vê yeke ji dixwazin gora komî bê vedan.
Haco da zanîn ku, ji bo gora komî bê vedan û cenazeyê birayê xwe wergirin dê hemû karên zagonî û fermî bikin. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Wanê Omer Işik jî anî ziman ku, hem malbata gêrîla Haco û hem jî gelek malbatên din ji bo gora komî bê vedan serî li wan dane. Işik, anî ziman ku li herêmê gelek gorên komî hene û lazim e yek bi yek bê vekirin. Işik anî ziman ku, ji bo gor bên vekirin û cenazayan bidin malbatan çi alîkarî têkeve ser milên wan dê bikin.
'DESTPÊKÊ ÇEKÊN KÎMYEWÎ AVÊTIN Û PIŞT RE JI HELÎKOPTÊRÊ AVÊTIN.
Hate zanîn ku, li herêma Çiyayêreşkê ya di navbera Wan, Colemêrg û Şirnexê de di sala 1994'an de bi tevlîbûna hezaran leşkerên ku ji Wan, Colemêrg, Şirnex û Amedê operasyon hate lidarxistin û di vê operasyonê de helîkopterên kobrayê bombe barandin û çekên kîmyewî bikar anîn. Hate diyarkirin ku, leşkeran li herêma Çemê Hacibeyê çekên kîmyewî bikar anîn û di şer de 48 gêrîlayê PKK'ê jiyana xwe ji dest dan. Şahidan anîn ziman ku, cenazeyê 48 gêrîlayên PKK'ê 2 rojan li qada operasyonê hate hiştin. Pişt re cenaze birin li gundê Dimê bi komî defin kirin. Hate zanîn ku cenaze bi helîkopteran birin gund û ji helîkopteran avêtin xwar. Piştî cenaze rojekê li qada gundê Dimê hatin veşartin bi komî definkirin.