Ji bo Gola Wanê banga hesasiyetê
Meclîsa Ekolojiyê ya Wanê, li hemberî gemarîkirina Gola Wanê û dagirkirina peravên wê, banga hesasiyetê kir.
Meclîsa Ekolojiyê ya Wanê, li hemberî gemarîkirina Gola Wanê û dagirkirina peravên wê, banga hesasiyetê kir.
Aktîvîstên Meclîsa Ekolojiyê ya Wanê ya ser bi Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, ji bo balê bikişînin ser gemarîkirina Gola Wanê û dagirkirina peravên wê, li perava îskele civiyan. Hevserokên DBP'ê yên Bajarê Wanê Hamiyet Şahîn û Munîr Araş, Hevserokê HDP'ê yê Wanê V. Veysî Dîlekçî, Berdevkê Komîsyona Ekolojiyê ya KCD'ê Fatîh Şahîn û Serokê Çev-Der a Wanê Alî Kalçik jî destek dan çalakiyê.
Berdevka Meclîsa Ekolojiyê ya Wanê Yasemîn Ozdemîr daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku divê tespîta zanistî ya faktorên Gola Wanê gemarî dikin bê kirin û bi lezgînî çareserî bê peydakirin. Ozdemîr her wiha li hemberî gemarîkirin û dagirkirina peravên Gola Wanê bal kişand ser girîngiya meşandina kampanyayên agahdarkirinê û got, "Li gorî tespîtên me niha li peravên Gola Wanê zêdeyî 570 avahiyên saziyên fermî û şexsiyetan hene. Em dixwazin, bi bicihanîna mewzûata şaredariyê ya pêwenîdar re, bi lezgînî çareserî ji vê rewşê re bê dîtin. Weke Meclîsa Ekolojiyê ya Wanê, em li dijî her şêwe serdestiya mirovan a li ser xwezayê û texrîbata ekolojiyê ne. Em bang li her kesî dikin ku bi felsefeya civaka ekolojîk re, bi hev re tevbigerin."
Piştî daxuyaniyê, komê li dora Gola Wanê dest bi paqijiyê kir.