Ji bo girtîgehên Tirk 18 hezar mehmûmên nû

Ji bo girtîgehên Tirk 18 hezar mehmûmên nû

Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Ceza û Girtîgehan  a Wezareta Dadê  ya Tirk hejmara girtî û mehkûman ji 28’ê çileya 2013 ve gihiştiye 138 hezar  û 16 kesî.

Hejmara girtî û hikûmxwariyan ku di sala 2010 de 120 hezar û 813 bû, sala 2012 16 hezarên din lê zêde bû û gihişt 136 hezar û 20 kesî.

Li gorî vê, ji vana 31 hezar 707 kes girtî ne, 104 hezar û 313 jî hukûmxwarî ne. Ji girtiyan 560 jin, hezar û 583 zarok û 28 hezar û 563 jî zilam in. Ji hukûmxwariyan 100 hezar û 617 zilam û 2 hezar û 278 jin û 418 jî zarok in.