Ji bo gerîlayê HPG’ê Gûneş meşeke girseyî

Ji bo Fermandarê HPG’ê Serhad Guneş ê ku di şerê 5-6’ê Cotmehê de li Çelê derketibû de jiyana xwe ji dest dabû, li Mêrdînê meşekî girseyî hate lidarxistin.

Di 5-6’ê Cotehê di encama operasyona artêşa Tirk a li Girê Colemrêg û derdorî wê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê de di encdama şerkî dijwar û bi berxwedanekî mezin a Fermandarê HPG’ê Serhad ê bi navê Serhad Guneş û li gel 7 gerîlayên hevriyê xwe jiyana xwe ji dest dan. Li Warê Fermandarê HPG’ê Guneş li Taxa Barman a girêdayî navçeya Artûklû ya Mêrdîn meşekî girseyî hate lidarxistin. Bi hezan kesên ku li pêşiya avahiya Mala Gel a Barmanê kom bûn, di pêşengtiya ciwanan de meşeke hate lidarxistin. Di meşê de MEYA-DER, Însyatîfa Dayîkên Aştiyê, Aktivîstên KJA’yê, Rêveberên HDP – DBP’ê amade bûn. Di meşê de wêne û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li gel wêneyên Fermandarê HPG’ê Serhad Guneş û birayê wî gerîalyên HPG’ê Savaş Guneş ê ku di sala 2005’na de jiyana xwe ji dest dabû hatin hilgirtin.

Ciwanên ku bi cil û bergên leşkerî pênase dikin li xwe kiribûn, bi awayekî meşa leşkerî pêşengtiya meşê kirin. Di tevahiya meşkê de dirûşmên mîna “Şehîd Namirin”, “Şehîd Serhad Bê Mirin e” , “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “ PKK Gel e, Gel Li Vir e” hatin berzkirin. Li ser şaneşînên malan jî dayîkên bi temen wêneyên Femandarê HPG’ê Guneş rakirin û bi nîşana serkeftinê piştgirî dan meşê. Girseya ku heta Qada Barman meşiyan, dubare heta mala sersaxiyê bi dirûşman meşiyan. Piştî meşê li gel rêzgirtinê sirûda “Çerxa Şoreşê” hate xwendin.

Piştî meşê li pêşiya Mala Sersaxiyê ya li Barman bîranînek hate lidarxistin. Li ser navê MEYA-Der EMîne Demîrel û HEvserokê HDP’ê ya Mêrdîn ê Alî Aslan axftin kirin.

Di bîranînê de dayîka Fermandarê HPG’ê Serhad Guneş Gulbeyaz Guneş axivî û diyar kir ku Barman kelha berxwedanê ye, gerîla û fermandar ji vir xuliqîne û fermandar Sehad jî ji vir derket û wiha pê de çû: “Serhad li çar parçeyên Kurdistanê; Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ma. Li her devera Kurdistanê gav bi gav geriyaye. Piştî 20 salan ez vê yekê ji xudayê xwe dixwazim; ‘Eger ku Kurdistan rojekê azad bibe, 20 salên ku Serhad li çiyayên Kurdistanê geriyayî ji min re bigota.’ Lê nebû nesib, rêya wî vekirî be û ruhê wî şad be. Ez di wê baweriyê de me yên ku li vir û ne li vir bi şehadeta Serhad xemgîn bûne. Daxwaza van ciwanan ew e ku li welatekî azad de bijîn. Tenê daxwaza wan Kurdistanekî serbixwe û azad bû.”

Dayîka Guneş diyar kir ku kurê wê beriya 20 salan dema ku beşdarî refên PKK’ê bibû jêre gotibû “Bila pênûsa te weke şur tîj be” û wiha anî ziman: “Ji beriya 20 salan jî min jêre gotibû, ez niha jî dibêjim; “Rêya te vekirîbe kurê min.’Ji niha û şûn de her cenazeyê şehîdekî ku rakin em ê vegerînin serhildanê. Ez pêşberî her dû lawên xwe yên şehîd soz didim; ez ê têkoşîna we heta dawiyê bibim.”

Piştî axaftinan ji bo Fermandarê HPG’ê Serhad mewlûd hate dayîn.

Fermandarê HPG’ê Serhad Guneş di sala 1997’na de beşdarî ferên gerîla bibû. Pitî salekî birayê wî Savaş Guneş beşdarî refên gerîla dibe û di sala 2005’an de di şerkî de li Çewlikê jiyana xwe ji dest dide. Serhad Guneş jî piştî 20 salan di şerekî li Çelê de jiyana xwe ji dest dide.

...