Ji bo gêrîla Rûken mewlîd hate dayîn

Ji bo gêrîla Rûken mewlîd hate dayîn

Ji bo gêrîlaya HPG'ê Heybet Gungen (Rûken Cûdî) ya li Çiyayê Kato di şer de jiyana xwe ji dest da li Şirnexê mewlîd hate dayîn.

Li navçeya Elkê ya Şirnexê di şerê Çiyayê Katoyê de sala borî gêrîlaya HPG'ê Heybet Gungen (Rûken Cûdî) li gel 2 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabûn. Bi boneya 1'emîn salvegera gêrîla Rûken ku jiyana xwe ji dest daye mewlîd hate dayîn. Mewlîd li taxa Bahçelievlerê hate dayîn. Di bernameya mewlîdê de Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Adil Kurt, endamên meclîsa BDP'ê Faruk Saglam, Serokê BDP'a Şirnexê Baki Katar û gelek rêveberên BDP'ê amade bûn. Piştî xwendina mewlîdê xwarin hate belavkirin.

KURT: GÊRÎLAYÊN HPG'Ê JI BO GELÊ KURD JIYANA XWE JI DEST DIDIN

Di mewlîdê de Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Adîl Kurt diyar kir ku, gêrîlayên HPG'ê ji bo gelê Kurd jiyana xwe ji dest didin û wiha got: "Ji bo azadiya gelê Kurd bi salane bedelên gelek giran hatin dayîn. Gelê Kurd ji bo mafê xwe yê azadiyê dê bedelên din jî bide. Erdogan dibêje bila BDP biçe Qendîlê. Kurt em jî ji Erdogan re dibêjin bila rê li pêşiya yên Qendîlê bê vekirin û yên Qendîlê bên tevlî siyasetê bibin.

'ERDOGAN RASTIYA ŞER VEDIŞÊRE'

Kurt da zanîn ku, Erdogan bi rêya medyayê dixwaze rastiya şerê li herêmê pêk tê veşêre û xwest Erdogan bê Botanê û bi çavê xwe şerê li herêmê bibîne.