Ji bo gêrîla Mahîr konê şînê hate vedan

Ji bo gêrîla Mahîr konê şînê hate vedan

Ji bo gêrîla Selîm Goksu (Mahîr Serhat) yê ku di Kanûna 2011'an de li Çiyayê Cûdî bi 13 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da, konê şînê hate vekirin.

Ji bo gêrîlayê HPG'ê Selîm Goksu (Mahîr Serhat) yê ku di Kanûna 2011'an de li Çiyayê Cûdî bi 13 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da, li gundê Melabadî yê navçeya Gogsiyê ya Erziromê konê şînê hate vedan. Rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan û gelek kesên din çûn gund û konê şînê ziyaret kirin.

Piştî rêzgirtinê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Erziromê Riza Guler axivî û wiha got: "Heval Selîm şehîdê hemû Kurdistanê ye. Di şexsê wî de em hemû şehîdên Kurdistanê silav dikin û li ber wan bejna xwe di tewînin. Serê hemû gelê Kurd sax be." Guler bal kişand ser çalakiya gireva birçîbûnê û anî ziman ku, berpirsyarên mirinên çêbibin Serokwezîr Erdogane.

Bavê gêrîla Mahîr Atîlla Goksu jî spasî ji kesên tevlî şînê bûn kir û wiha got: "Kurê min tenê şehîdê me nîne şehîdê Kurdistanê ye. Serê gelê Kurd sax be. Ser sersaxiyê li min na ji gelê kurd û hevalên wî yên çiyayan û Serok Apo bikin."