Gêrîla Muhyedîn Îşlek ku di pevçûna li çiyayê Cûdî de jiyana xwe ji dest da, li Şirnexê esnafan derabeyên xwe nevkirin.
Gêrîlayê HPG’ê Muhyedîn Îşlek (Cûdî Zorava) ku di pevçûna 5’ê Mijdarê li çiyayê Cûdî jiyana xwe ji dest da û anîn Şirnexê, esnafên Şirnexê derabeyên xwe nevekirin. Tê dîtin ku, li bajar bêdengiyek mezin heye. Gel di demjimêrên serê sibehê de ber bi Goristana Tekser ya ku dê gêrîla Cûdî lê defin bikin kom dibin.