'Ji bo em di operasyona Mûsilê de cih negirin her tiştî dikin'

Yek ji fermandarê HPG’ê yê Şengalê Egîd Kelar got, "Ji dema ku operosyona Mûsilê kete rojevê heta niha PDK bi ser tevgera me de êrîşê tîne. Ji bo ku tevgera me di operasyona Mûsilê de cih negire her tiştî dikin. Tirkî vê dide kirin."

Ji fermandarê HPG’ê yê Şengalê Egîd Kelar têkildarî kongreya neteweyî, polîtîkayên PDK’ê yê Şengalê û operasyona Mûsilê ji ANF’ê re axivî.

KNK’ê komxebata xwe ya têkildarî Başûrê Kurdistanê û Desteya Giştî li Ewropa pêk anî. Tekane aliyê ku tevlî van civînan nebûyî PDK ji vê pir aciz bûye. Di vê derbarê de çi dibêjî?

Ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelê Kurdistanê di vê demê de bil ezginî, pir pêdivî bi kongreya neteweyî heye. Kurd çendî bikaribin di navbera xwe de yekîtiyekê saz bikin bi gelên din re yên ku li Kurdistanê dijîn, di nav çarçoweya heqên demokratîk de dikarin bi hev re bijîn.

Niha ew şertên ku bikaribin kongreya neteweyî pêk bînin di nav partiyan de pêk nehatiye. Ne tenê PDK partiyên din ên başûrê Kurdistanê xwe nêzî vê nakin. Ev xebat ji bo pêkhatina neteweya demokratîk li Kurdistanê pir girîng in. Gelên din ên ku li Kurdistanê dijîn jî divê xwe tevlî nav xebatên neteweya demokratîk bikin. Her aliyê siyasî divê tevlî van xebatan bibe, heke ku tevlê nebin bêyî wan jî kongra netewî dikare bicive. Divê rexne li wan partiyên siyasî bê anîn ku tevlî van xebatan nabin û divê hewldan jî hebe da ku tevlê bibin. Ji bo vê jî gavên pratîk hewce ne.

PDK li Şerfedîn li ser Şengalê çi plan girêdna? Çima dixwazin PKK ji Şengalê derkeve? Divê ev nêzîkatiya PDK’ê çawa were nirxandin?

Li Şengalê du sûret hene. Yek jê rista Tevgera Azadiyê ku di azadkirina Şengalê de pêk anî û ya dî jî hêzeke mîna PDK’ê heye ku bûye maşikê dewleta Tirk a ku çav berdaya destkeftiyên Êzîdiyan û gelê Êzîdî bi DAIŞ a qirker re tenê hiştî. Gelê me baş pê dizane bê ka kîjan hêzê ji bo Şengalê şer kir. Provakasyonên di van demên dawî de bi vê sedemê ne. Çima wiha dikin? Ji ber ku tekane hêza ku bo azadiya Şengalê şer kirî em bûn. Dema ku DAIŞ’ê êrîş anî hêzên PDK’ê revîn û me gelê Êzîdî parast. PDK gel bi komkujiyê re tenê dihêle, Tevgera Azadiyê jî gel diparêze û derseke mezin dide dinyayê. PDK ji bo ku di vir de bi birîn e antîpropagandaya PKK’ê dike. Derdê PDK’ê ne parastina Şengalê ye. Ji bo vê sedemê jî PDK ber bi yekîtiya netewî ve nayê.

PDK dibêje pêşmergeyên li Şengalê hatin kuştin bi destê PKK’ê ye. Çi dibêjî?

Armanca van gotinên PDK’ê reşkirina e. Ji bo vê jî dixwaze tola têçûna xwe ji  me hilîne. Xebatên ku PKK dike li ber çavê civakê reş dike û desketiyên ku PKK’ê ji bo Êzîdiyan anîne dixwaze têk bibe.

Li Şerefdînê ji bo ku PKK ji Şengalê were derxistin Êzîdiyên nêzî xwe civandin û li dijî me dixin nav tevgerê. Qeymeqam û Şêx Şemo ji hêla Êzîdiyan ve nayên hezkirin. Ti têkiliya wan bi bi civaka Êzîdî re nîn e. Ji ber ku ew ji bo gelê Êzîdî şer nakin.

Şêx Şemo dibêje PKK nahêle gelê ku koçber bûyî li malên xwe vegerin…

Ev alîkariyên ku ji hêla saziyên navnetewî ve hatine dizîn û ji xwe re birin. Alîkariya pere û çekan bi piranî birin. Binerin li gel amborgoya dewleta Tirk a li ser Kobanê jî, dîsa jî ji nû ve avakirina bi hemû lezbûna xwe didome. Lê li gel ew qas alîkariya ku ji bo Şengalê hatî jî ti tiştek nehatiye kirin. Ji bo çi? Ji ber ku ev çete dibin. Niha jî bi reşkirina PKK’ê ji wan weye ku ew ê bikaribin destên xwe yên qirêjî paqij bikin. Lê li gel hemû reşkirinan jî gelê me yê Êzîdî bi van tiştan bawer nake.

Hûn weke PKK’ê kesên ku daxuyanî dane weke nûnerên Êzîdiyan dibînin?

Em tevgereke wiha ne ku her kesî esas digirin. Ev mirov divê pêşî li hemberî gel dirist bin û hurmetdar bin. Naxwe em weke dî mirovan esas nagirin. Heke wê ji bo gel bixebitin em ê qebûl bikin, naxwe em van mirovan qet qebûl nakin.

Baş e çima di vê demê de PDK’ê derxistina we ya ji Şengalê dike rojev?

Wê ji ber çi be? Tê zanîn ku di operasyona Mûsilê de bi Tirkiyê re tevdigerin. Di demeke wiha de ku hemû hêz bala wan li ser operasyona Mûsilê ye PDK êrîşê tîne ser tevgera me. Ji bo ku tevgera me di operasyona Mûsilê de cih negire her tiştî dike. Ji bo vê jî dixwazin me ji Şengalê derxînin. Tirkî vê dide kirin. Ji ber ku Tirkî naxwaze PDK dixwaze me derxîne. Ev plana Tirkiyê ye. Helbet li dijî vê planên me jî hene. Em xwedan wê hêzê ne ku dikarin van planan pûç bikin. Em ê tevlî azadkirina Mûsilê bibin.

Van di dema xwe de Mûsil û cihên dî radestî DAIŞ’ê kirin. Hê doh Konsolosxaneya Tirk li Mûsilê dima. Ev ne planên azadkirina Mûsilê planên dagirkirina Mûsilê ne. Ji bo ku di di azadkirina Mûsilê de aktîf be vê siyasetê dike. Hêzên ku naxwaazin PKK di azadkirina Mûsilê de hebe dixwazin Mûsilê dagir bikin. Bêyî PKK’ê plana azadkirna Mûsilê plana dagirkirinê ye. Ji bo gelên Iraqê planeke dîrokî û stratejîk e û em ê vê pêk bînin.