Ji bo Başûrê Kurdistan yekem pereyê hinardeya petrolê tê şandin

Ji bo Başûrê Kurdistan yekem pereyê hinardeya petrolê tê şandin

Di çarçoveya peymana petrolê ya bi hukûmeta Iraqê re hatiye morkirin, di hefteya pêş de pereyê ji hinardeya petrolê, dê ji bo hukûmeta Herêma Kurdistanê bê dayîn. Tê diyarkirin ku ev diravdayîn nêzî 850 milyon dolar e.

Wezîrê Petrolê yê Başûrê Kurdistanê Aşitî Hewremî di daxuyaniya da de aşkere kir ku dê di hefteya pêş de di çarçoveya vê peymanê de trîlyonek dînar (nêzî 850 dolar) ji Rêveberiya Herêma Kurdistanê re bê şandin.Hewremî da zanîn ku dê Herêma Kurdistanê ji meha cotmehê ve dest bi hinardeya petrola 2 hezar varêlê bike û dê ev yek di sala 2015 de bigihe milyonek varêl.