'Ji bo aştiyê divê şertên Ocalan bên amadekirin'

'Ji bo aştiyê divê şertên Ocalan bên amadekirin'

Nûnerên BDP, ESP, EMEP, DDKD, KADEP û OSP'ê têkildarî mijdarên di rojevê de daxuyanî dan çapemeniyê û wiha gotin: "Bi banga Birêz Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê bi dawîbûn. Piştî muhatabê gelê Kurd hate teyîtkirin bêtehemûliya AKP'ê zêdebû. Birêz Ocalan pêşiya çalakiyên greva birçîbûnê hêj tu mirin çênebûn girt û li Tirkiyeyê hêviya aştiyê afirand. Ji bo aştiya Tirkiyeyê divê şertên Ocalan bên amadekirin."

Nûnerên BDP, ESP, EMEP, DDKD, KADEP û OSP'ê têkildarî mijdarên di rojevê de li Salona Civînê ya KCD'ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Serokê Rêxistina ESP'ê yê Amedê Ramazan Karakaya li ser navê partiyan daxuyanî xwend û diyar kir ku, manewrayên siyasî yên AKP'ê yên di pêvajoyên berê de jî bikaranîn êdî tu fêde nakin û wiha got: "Girtiyên şoreşger li ser banga Birêz Ocalan çalakiya greva birçîbûnê bidawîkirin. Piştî muhatabiya gelê Kurd hate teyîtkirin bêtehemûliya AKP'ê zêde dibe. Erdogan û alîkarên wî têkçûyîn hazimnekirin, mafê destnedayînê yên parlementerên Kurd weke gef bikartîne. Ligel hinek kesên derdora Erdogan jêre dibêjin ev yekê dê ji wan re bibe şaştiyek dîrokî dîsa jî wan li ber çavan nagire."

'GELÊ KURD DÊ XWEDÎ LI WEKÎLÊN XWE DERBIKEVE'

Karakaya anî ziman ku, wekîlên BDP'ê û Blokê tu caran xwedî mafê destnedayînê nebûn û wiha axivî: "Wekîlên AKP'ê li meclîsê kursiyan dirizînin lê wekîlên me li qadan bi gel re dimeşin. Polîsên AKP'ê ji bo wekîlên xwe ji hêkekê biparêze îşkenceyê li ciwanan dikin lê wekîlên me li kolanan rastî îşkenceyê tên û ev yek jî mafê kê yê destnedayînê heye nîşan dide."

Karakaya da zanîn ku, Kurd dê her tim xwedî li wekîlên xwe derbikevin û wiha pê de çû: "Kursiyên meclîsê hilbêjirên Kurd nehilbijar vîna gelê Kurd hilbijart. Wekîlên Kurd ji meclîsê dûrxistin gelê Kurd ji meclîsê dûrxistine. Em teqez li hemberî rakirina mafê destnedayînê bêdeng naminin û dê bi rihê serhildanê berxwe bidin."

'OCALAN DI ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE PÊŞIYA MIRINA GIRT'

Endamê Meclîsa BDP'ê Înan Kizilkaya jî diyar kir ku, heke bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re "hevdîtin bê kirin" divê bi awayekî şênber ji raya giştî re bê aşkerakirin û wiha got: "Birêz Ocalan di çalakiyên greva birçîbûnê de pêşiya mirina girt û bi vê yekê li Tirkiyeyê ji bo aştiyê hêviyek afirand. Divê ji bo aştiyê şertên Ocalan bên amadekirin. Heke AKP di aştiyê de samîmî be dê dawiyê li operasyonên leşkerî û siyasî bîne." Kizilkaya bal kişand ser pevçûna 3 roj berê li Lîceyê qewimî û wiha axivî: "Îdîayên li Lîceyê çekên kîmyewî hatin bikaranîn hene. Em çûn Lîceyê me lêkolîn pêk anîn. Bêhna dibe sedema tevlî hevbûna mîde hebû. Heke çekên kîmyewî hatibin bikaranîn li gorî peymanên navneteweyî sûce."

'HEKE AKP SAMÎMÎBE BILA GAVAN BI AVÊJE'

Serokê Rêxistina EMEP'ê yê Amedê Mehmet Aslanoglu jî wiha got: "Em li cem wekîlên BDP û Blokêne." Aslanoglu bal kişand ser daxuyaniyên şêwirmendê Serokwezîr Yalçin Akdogan û wiha axivî: "Em berê jî rastî rewşên wisa hatin. AKP di civakê de hêviyê diafirîne û pişt re dest jê berdide. Heke AKP samîmîbe bila gavên şênber bavêje." Aslanoglu anî ziman ku, ji bo aştiyê divê astengiyên li pêşiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên rakirin û wiha axivî: "Divê ev pêvajo neyên hebakirin. Divê AKP samîmiyeta xwe nîşan bide. Gava vê yekê ya şênber girtiyên di operasyonên bi navê KCK'ê de hatin girtin serbest berdane."