Ji bo Arslan û Altûn li Marsîlyayê şîn

Ji bo Arslan û Altûn ên di berxwedana xwerêveberiyê de hatin qetilkirin, li Marsîlyayê şîn hate danîn.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê ji bo Fîdan Arslan û Rûşen Altûn ên li Hezex û Êlihê hatin qetilkirin şîn hate danîn.

Di axaftinên şînê ya ku rastî eleqeyek mezin hat de hate destnîşankirin ku her du jin jî bi fedakariyên mezin bûne şehîdên azadiya jinê.

Di şîna ku berxwedana Bakurê Kurdistanê hate silavkirin de hat diyarkirin ku jin pêşengiya berxwedanê dikin.

Jinên tevlî şînê bûn peyama, “em ê rêya şehîdan bişopînin” dan.