Li navçeya Cizîr ya Şirnexê ji bo 14 gêrîlayên li Cûdî jiyana xwe ji dest dayîn şîn hate îlan kirin û esnafan dikanên xwe nevekirin. Çav li rê ye ku malbatên gêrîlayan ji bo cenazeyên zarokên xwe werbigirin bêne Şirnexê.
Li navçeya Cizîrê ji bo 14 gêrîlayên HPG’ê ku di Kanûna 2011’an li Çiyayê Cûdî jiyana xwe ji dest dabûn û roja borî nasnameyên wan hatibûn aşkera kirin şîn hate îlan kirin. Ji bilî firin û dermanxaneyan esnafan derabeyên dikanên xwe nevekirin.
Vê sibehê ji malbatên gêrîlayan malbata gêrîla Selîm Goksû (Mahîr Serhat) hat Şirnexê. Malbata gêrîla Goksû dê îro serî li Dozgeriya Komarê ya Şirnexê bide. Çav li rê ye ku malbatên din yên gêrîlayên HPG’ê yên jiyana xwe ji dest dane bêne Şirnexê. Ji gêrîlayên jiyana xwe ji dest dane 6 gêrîla yên Şirnexê ne.