Ji Bexdayê biryara girtina baregehên leşkerî yên Tirk

Ji Bexdayê biryara girtina baregehên leşkerî yên Tirk

Hukûmeta Navendî ya Iraqê biryar da ku baregehên artêşa Tirk ên li Başûrê Kurdistanê bên girtin û ketina Iraqê li hêzên biyanî bê qedexekirin.

Berdevkê Hukûmeta Iraqê Elî Debbax got; “ Lijneya Wezîran biryar da ku baregeh û yekîneyên leşkerî yên biyanî ji axa xwe derbixe û ketina nava xaka Iraqê li hêzên biyanî qedexe bikin.”

Debbax da zanîn ku wana ji parlementoyê xwestiye ku peymanên berê hatine îmzekirin û rê didin ku hêzên leşkerî yên biyanî li Iraqê bimînin, were betalkirin.

Li gorî nûçeya AFP’ê, rayedarek din ê hukûmetê baregehên Tirkan ên li derdora Dihokê kir hedef. Heta niha hukûmeta Kurdan der barê mijarê de tu daxuyaniyek nedaye. Nehat zanîn bê dê ev biryar ji aliyê hukûmeta Kurdan ve bê pêkanîn an na.

Balkêş bû ku ev biryara hukûmeta Bexdayê piştî tezkereya operasyonên dersînor ên hukûmeta Tirk a ku pêşkêşê meclîsa Tirk hate kirin,hat dayîn. Tezkereya dersînor a li dijî Kurdan di 17’ê cotmehê de wextê xwe tije dike. Hukûmeta Tirk ji bo ev rayeya operasyona dersînor careke din were dirêjkirin. Dê Meclîsa Tirk di 4’ê cotmehê de ji bo dirêjkirina tezkereya leşkerî ya dersînor bicive. Balkêş e ku ev tezkereya bi taybet ji bo Başûrê Kurdistanê ye, dema ku Serokê Herêma Kurdistanê li Enqereyê bûye, pêşkêşê meclîsê tê kirin.

Hêjaymê gotinê ye ku hukûmeta Navendî ya Iraqê û hukûmeta AKP’ê de nakokiyên mezin hene. Serokwezîrê Şiî yê Iraqê Nûrî el Malikî vexwendina Erdogan a ji bo kongreya AKP’ê qebûl nekiribû.

Têkiliyên her du welatan bi taybet, dema ku Alîkarê Serokkomarê Iraqê Tariq Haşimî hate Tirkiyeyê û ji aliyê Enqereyê ve hate hewandin, ber bi xirabûnê ve çûn. Tariq Haşimî ji ber rêxistinkirina gelek cinayetên li Iraqê yên li dijî hukûmeta Malikî hate darizandin û di 9’ê Îlonê de cezayê îdamê lê hat birîn.

Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû hatibû Başûrê Kurdistanê û bê ku destûr ji hukûmeta Bexdayê bigir, çûbû Kerkûkê. Ji ber vê yekê jî hukûmeta Bexdayê dabû hukûmeta Enqereyê. Herî dawî hukûmeta Iraqê ragihand ku ger balefirênTirk bikevin axa Iraqê ew ê lêbixin. Lê piştî vê biryarê balefirên Tirk gelek caran Qendîlê bombebaran kirin û êrîş berdewam dikin.

LI DIJÎ BAREGEHAN 470 ÎMZE

Di navbera sibata 2012 û adara 2012 de Kovara Hawdem û Ciwanên Welatparez Başûrê Kurdistanê di çarçoveya kampanya bi dirûşma “Ji bo derxistina baragehen Tirkiye 1 mîlyon îmze” de ji milyonekê 470 hezar îmze kom kirin. îmzeyên ku hatibûn berhevkirin, pêkêşê hukûmet û Meclîsa Başûrê Kurdistanê û gelek rêxistinên navneteweyî hatibûn kirin. Tevî gelek rayedarên YNK, Goran û hin parlementerên PDK’ê, siyasetmedar, rewşenbîr û hunermendên Başûrê Kurdistanê piştgirî dabûn kampanyayê.

BAREGEHÊN TIRK LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

ANF’ê beriya niha jî gelek nûçeyên berfireh der barê bargehên leşkerî yên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê de weşandibû. Li gor wê:

Di sala 1995 de di encama peymana di navbera Tirkiyeû PDK’ê de li balafirgeha Bamernê hatin bicihkirin. Niha jî li balafirgeha Bamernê nêzî 50 tank û nêzî 2 hezar leşker hene.

Di sala 1995 de, di navbera Tirkiye û PDK’ê de li dijî PKK’ê peyman hatin amadekirin û li Batûfa, Bamernê, Bêgova û Kanîmasiyê leşkerên Tirk hatin bicihkirin. Di sala 1997 de PDK’ê destûr da ku leşkerên Tirk herêmê bimînin. Ew roj yek îro du, leşkerên Tirk li herêmê ne.

Her sal di meha Tîrmeh an Tebaxê de mayîna leşkerên Tirk li Başurê Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê dirêjkirin.

BICIHBÛN Û BELAVBÛNA YEKÎNEYÊN TIRK ÊN LI HERÊMÊ

Di niqteyên nêzî sînor ên li nêzî Batûfa û Kanîmasiyê nêzî hezar leşkerên Tirk û derdorê 20 tankên şer ên Leopar 1 ên Elmanî hene.

Her wiha di baregeha li bajaroka Bamernê ya Amêdîyê de jî nêzî hezar leşker û 10 tankên şer ên Tirk hene. Gelek ji tankan di balafirgehê de ne û di posîsyona gulebaranê de ne. Tirkiye hewl dide ji vir Metîna û Garê bixe di bin kontrola xwe de.

Her wiha li aliyê Zapê jî 3 tankên di biryargeha Tirk a li Amêdiyê jî nêzî 3 tankên şer balê dikişînin. Di baregeha ku piraniya leşkerên têde endamên sîxûriyê ne de, gelek caran wesayîtên bi plakaya Iraqê jî hene.

Li bajarokên Şêladiza û Dêralokê yên nêzî Zap û Gareyê nêzî 10 tankên şer û zêdetirê 500 leşkerên Tirk û wesayîtên din ên leşkerî hene. Berê tankên li Şêladiza ya li nêzî herêma Barzanê dane cihên bilind ên Gareyê yên di bin çavdêriya gerîlayên HPG’ê de.

NAVENDA SÎXÛRIYÊ

Hêzên taybet ên li dijî PKK’ê bi destûra PDK’ê hatine bicihkirin, di heman demê de di nava xebatên sîxûrî de jî cih digirin. Ligel mekanîzmaya sê alî ya li Hewlêrê pêk hat, kiryarên sîxûrî yên li vê herêmê zêde bûn.