Hat ragihandin ku pevçûna li bejahiya navçeya Şemzînanê berdewam dikin û ketin û derketina gelek gundan hate qedexekirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li bejahiya gundê Baglar, Zorgeçît, Tutunlu û Ruzgarliyê pevçûnek dijwar di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkerên Tirk ên derketibûn operasyonên de qewimî. Di encamê herî kêm 6 leşker birîndar bûn û Ii gorî çavkaniyên herêmî mirî jî hene. Hat diyarkirin ku pevçûn didomin û ketin û derketina gundan hate qedexekirin.
Hat diyarkirin ku ji Fermandariya Tûgaya Komand û Çiyayî ya Colemêrgê helîkopterên kobra veguhestin cihê pevçûnê.