Ji ber HPG’ê kamûflaja wesayîtên kumirê ji qereqola re dibin

Ji ber HPG’ê kamûflaja wesayîtên kumirê ji qereqola re dibin

Wesayîtên ku malzemeyan vediguhezin Qereqolan, ji ber ku ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve têne şewitandin, hate ragihandin ku, xwediyê wesayîtan rêbazek din bikaranîne. Hate hînbûn ku, wesayîtên kumirê ji Fermandariya Tûgayê ya li navçeya Elkê dimîne, bê plake dixebitin.

20 TIR’ên ku kumirê ji Fermandariya Tûgayê ya li navçeya Elka Şirnexê û Bajarokê Mezra dibin, hate ragihandin ku, bihinceta “ewlekariyê” bê plake dixebitin.

Tê ragihandin ku, xwediyên wesayîtên ku malzemeyan ji qereqolan re dibin ji ber ku ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve têne şewitandin serî li rêbazên cûda dan. Hate diyarkirin ku, wesayîtên ji Mêrsîn, Edene, Antalyayê kumira ku ji ocaxên kumirê tînin, vediguhezin qereqolan. Veguhestina ku ev hefteyeke pêktê ji bo TIR neyên tespît kirin serî li vî rêbazî dane.

DI DU MEHAN DE BIDEHAN WESAYÎT HATIN TUNE KIRIN

Li gorî bîlançoya HPG’ê ya meha Tebaxê, di nava mehekê de, 17 kamyon, 20 TIR, makîneyek ya kar, 4 dozer, 10 wesayît, tankerek ya avê û yek jî ya sotemeniyê, 17 telefon yên bi armanca leşkerî faliyetan dikin hatin îmha kirin. Di meha Tîrmehê de jî 13 kamyon, 25 TIR, 58 makîneyên kar, 11 dozer, traktorek, silindirek, transîtek, 3 greyder û 2 pîkap hatibûn îmha kirin.