Kesê bi navê Fadil Bariştiran yê ku di sala 2009'an de avahiya AKP'ê ya Wanê dagirkir û gotibû, "Li Tirkiyeyê incax Ocalan aştiyê bîne" û li dadgehê jî heman gotin dubare kirin salek cezayê girtîgehê girt.
Di sala 2009'an de ji bo balê bikşînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê û zextên li girtîgehan li gelek bajaran bi ser avahiyên AKP'ê de hatibû girtin û banga bihîstiyariyê hatibû kirin. Li Wanê jî di bin pêşengiya TUYAD-DER'ê komekê di ser avahiya AKP'ê ya Wanê de girtin û daxwazên xwe ji rayedaran re vegotibûn. Di dema serdagirtinê de ji ber axaftinên kirin, derheqê Fadil Bariştiran û rêveberên komeleyê Îbrahîm Ete û Burhan Borak de doz hatibû vekirin. Doza bi sûcdariya "pesnê sûc û sûcdar kir" li 1'emîn Dadgeha Sulh ya Ceza ya Wanê hatibû vekirin bi encam bû.
'EZ DÊ DI AŞTIYÊ DE BI ISRAR BIM'
Di rûniştina biryarê de Îbrahîm Ete tevlî nebû û Fadil Bariştiran û Burhan Borak tevlî rûniştinê bûn. Bariştiran li dadgehê gotinên bûn mijara dozê yên "Li Tirkiyeyê incax aştiyê Ocalan û PKK dikare bîne" careke din dubare kirin. Heyeta dadgehê jî ji Bariştiran re pirsa "Tu hêj vê israra xwe berdewam dikî?" pirsî û Bariştiran jî bersiva "Erê" da. Li ser vê yekê Heyeta Dadgehê derheqê Borak û Ete de biraya beratê da û derheqê Bariştiran de jî salek cezayê girtîgehê da. Bariştiran bertek nîşanî biryarê da û got parastina aştiyê sûc nîne û bedelê wê çi be bila bibe ew dê di aştiyê de bi israr bike.