Ji ber embargoyê li Dêrika Hemko derman nemane!

Ji ber embargoyê li Dêrika Hemko derman nemane!

Ji ber embargoya dijwar a li ser Rojavayê Kurdistanê, jiyana gelê herêmê di gelek waran de bi xeteriyan re rû bi rûye. Li bajarê Dêrikê kêmbûna dermanan rê li pêşiya aloziyên di warê tendurustiyê de vedike.

Di encama ambargoya ku ji gelek aliyan ve Rojavayê Kurdistanê dorpêç dike, pêdiviyên jiyanê û di serî de derman kêm dibin.

Tê zanîn ku kêmbûna dermanan dê tendûristiya naxweşan di xeteriyê de be, bi taybet hin nexweşiyên giran weke tansiyon, nexweşiya şekir, kolistrol û şîrê zarokan .

Xwediyê dermanxaneyeke Dêrika Hemko Jonî Hebib diyar kir ku ji ber qutbûna rê di navbera Rojavayê Kurdistanê kargehên dermanan û xemsariya hûkûmeta herêmê dermanxane bê derman mane..

Hebîb hişyarî ji bo dermanên kû bi riya qaçax dihatin firotin, û diyar kir kû dema bikaranîna wan dermanan qediyaye .