Ji ber embargoya li ser sînor nekarî termê bavê xwe bibîne

Ji ber embargoya li ser sînor nekarî termê bavê xwe bibîne

Embargoya ku Hukûmeta Herêma Kurdistanê li ser sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi berdewamî gelê Rojavyaê Kurdistanê di warê aborî de mexdur dike. Kesê bi navê Hesen Mehmed Hesen ê ku li Başûrê Kurdistanê ji bo debara malbata xwe dixebitî, destûr nehat dayin ku biçe merasima cenazeyê bavê xwe. Hesen da zanîn yek li dijî mirovahiyê ye û nerazîbûn nîşan da.

Embargoya hukûmeta Herêma Kurdistanê li ser Rojavayê Kurdistanê daniye berdewam dike. Ev embargo rê li ber kûrbûna krîza mirovî vedike û di gelek aliyan de bandorê li jiyana şêniyên Rojavayê Kurdistanê dike.

Van rojên borî, kesê bi navê Mehmed Hesen ê 60 salî yê ji Qamişloyê ji ber nexweşiya şekir jiyana xwe ji dest da. Kurê wî yê ku ji bo debara malbata xwe li Zaxoyê dixebitî, xwest xwe bigihîne merasima cenazeyê bavê xwe. Hesen Mehmed Hesen ku xwest sînorê Başûrê Kurdistanê derbas bike û biçe Rojavayê Kurdistanê ji aliyê pêşmergeyan ve hate rawestandin. Pêşmergeyan jêre got ku ger ew derbasî Rojava bibe, nema êdî dikare derbasî Başûr bibe û diyar kirin ku ew li Başûr bimîen baştir e.

Hesen Mehmed diyar kir ku bavê wî miriye û belgeyên derbarê mirina bavê xwe de nîşanî pêşmergeyan da û xwest ku destûr bidin ku biçe tevlî merasima cenazeyê bavê xwe bibe. Hesen da zanîn ku ev rewşek mirovahî ye, qebûlnekirina vê yekê jî pêkanîneke dijî mirovahiyê ye.

Hemû hewldanên Hesen ên ji bo razîkirina Pêşmergeyan bê encam ma. Hesen nerazîbûn nîşanî vê pêkanîna pêşmergeyên ku nehiştin Hesen tevlî merazima cenazeyê bavê xwe bibin da. Hesen got: “Ev du sal in ku ez ji bo debara malbata xwe li Zaxoyê dixebitim, lê belê destûr nadin ku ez malbata xwe bînim. Malbata wî jî got: “Ev pêkanîn ne tenê li gorî Kurdewariyê ye, ne li gorî mirovahiyê ye jî.”

Ji aliyeke din ve, roja înê li Dêrika Hemko li gundê Girêsora Huso bi sedan kes li dijî embargoya ku nahêle pêwîstiyên jiyanî yên weke mazot, benzîn û sotemeniyên din derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin, li hev kom bûn. Gundî xwestin sînor derbas bikin, lê li rastî astengiya polîsan hatin.

Ji ber vê astengiya polîsan nîqaşên tund di navbera gel û pêşmergeyan de çêbû. Gundiyan da zanîn ku dema ew di aliyê sînorê yê di destê hêzên Nûrî El Malikî re derbas dibin, li rastî tu astengiyan nayên û pirsa gelo çima pêşmerge derbasbûna sînor qedexe dikin pirsîn.

ASTENGIYA PÊŞMERGEYAN DERBAS KIRIN

Gundiyan da zanîn ku hêzên Malikî ji bo wan tu astengiyek dernaxe, lewma gelek şerm e ku hêzên kurdan astengiyan derxîne pêşiya wan.

Gundiyan da zanîn ku ew vê astengiya pêşmergeyan nas nakin û ne pêkanîneke exlaqî ye. Gundiyan sînor derbas kirin. Di vê demê de di navbera gundî û pêşmergeyan de alozî rû da.