Li navçeya Bazîd ya Agiriyê beriya merasima cenazeyên gêrîlayên HPG’ê Mehmet Emîn Erten û Alî Adlîn ku di pevçûna li navçeya Çelê ya Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabûn derabeyên dikana nehatin vekirin.
Li navçeya Bazîda Agiriyê beriya merasima cenazeyên gêrîlayên HPG’ê Mehmet Emîn Erten (Şahîn Serhat)û Alî Adlîn (Brusk Bazîd)ku di pevçûna li navçeya Çelê ya Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabûn dikandaran derabeyên xwe nevekirin. Li navçeyê bigiştî derabe nehatin vekirin, polîsan jî li herêmên diyar ewlekariyên berfireh girtin. Dê cenazeyên gêrîla Brusk û Şahîn di demjimêr 09.00’an de li navçeya Ebex ya Wanê bêne pêşwazîkirin her wiha dê bînin navçeyê û bispêrin axê.