Li Dêrikê Hemko ji ber barîna berfê û sermaya dijwar xwendekar neçûn dibistanên xwe û bi tevahiya dibistanên Dêrikê û gundên derdorê hatin girtin.
Li Dêrikê doh di seetên şevê de barîna berfê dest pê kir. Barîna berfê heta seetên serê sibê ve dewam kir û bû sedema serma û seqema zêde. Ji ber seqem û sermayê xwendekarên Dêrikê nikarîbûn biçin Dibistanan û deriyê dibistan li Dêrikê û gundên derdorê bi tevahî îro hatin girtin. Lê rê ji bo çûyin û hatinê vekirî ne.
Li Rojavayê Kurdistan pir kêm berf dibare. Beriya 2 rojan berf li Efrînê bariya, niha li Dêrikê dibare. Ji ber ev pêlên seqemê ku bi ser Rojavayê Kurdistanê de tên rewşa zarokan zor e. Ji ber sernamyê zarok bi şewbê û nexweşiyên din dikevin.