Ji ber barîna berfê rêyên zêdetirê hezar gundan hatin giritn

Ji ber barîna berfê rêyên zêdetirê hezar gundan hatin giritn

Ji ber barîna berfa dijwar, li Bakûrê Kurdistanê rêyên bi sedan gund û gundikan hatin girtin. Li Amedê rêya 160 gundan, li Êlihê bi dehna, li Sêrtê 32 û li Serhedê jî êrya 880 gundan ji ber berfê hatin girtin.

Piştî barîna berfa dijwar dest pê kir, li gelek herêma serma 20 pile daket binê sifirê. Li Qersê serma daket 20 pile daket. Li Erziromê serma daket bin sifirê 12, li Erdexenaê bin sifirê 10, li Agiriyê bin sifirê 10, li Erzînganê bin sifirê 2 û li Îdirê serma daket bin sifirê 5 dereyan Bi tevahî li herêma serhedê rêya 880 gundan ji çûn û hatiê re hate girtin.

Li hin cihan bilindahiya berfê derket 2 metreyan. Li Îdirê rêya 29, li Erziromê rêya 156, li Agiriyê rêya 477, li Wanê rêya 218 bi tevahî rêya 880 gundan hate girtin.

Li tevahiya Çewlikê rêyên 263 gundan hate girtin û li nava Çewlikê ji ber berfa zêde 3 rojan dibistan ketin betlaneyê.

LI AMEDÊ RÊYÊN 160 GUNDAN HATE GIRTIN

Li Amed û navçeyên Amedê yên Hênê, Lice, Çunguş, Pasûrê ji ber berfa zêde rêyên 160 gundan ji çûn û hatinê re hate girtin. Li hin cihan bilindahiya berfê heta 35-40 santiman bilind bû.

LI ÊLIH Û SÊRTÊ RÊ HATIN GIRTIN

Li gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê 2 rojin bê navber berf dibare û bandorek mezin li ser jiyanê kir. Her wiha li navçeya Qabilcewaz a Êlihê jî rêya gelek gundan hate girtn.

Barîna berfê ku 2 rojin dibare rêyên gelek gundan ji çûnûhatinê re girt. Li navçeyên Baykan, Berwarî, Şîrvanê yên Sêrtê rêyên 32 gund û gundikan hate girtin.

Li Qabilcewsê ya Êlihê berfa salê bariya û rûyê xwe yê spî nişanî welatiyan da. Berfê, duh di saetên êvarê de li navçeya Qabilcews dest barînê kir û heta serê sibê bandorek neyînî li ser xweza û jiyanê kir. Li gel gund û mezrayên navçeyê li gund û mezrayên derdora Çiyayê Mereto jî berf bi bandor bû. Heta niha rê hêj li çûn û hatinê girtî ne û jiyan tevizandiye. Çend gundên ku riyên wan hatine girtin wiha ne: Şêxika, Mijkêx, Soganlı, Cemala û 4 gundikên wê, Yakabag, Kaşyayla û 4 gundik, Holo, Sariyayla, Orenagın û 6 gundik.

Her wiha ji bilî Qabilcewsê, li Çiyayên Qîre û Raman ên Êlihê berfê bandora xwe da nîşandan.