Ji Barzanî biryara 'Herêmên Kurdistanî'

Ji Barzanî biryara 'Herêmên Kurdistanî'

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku divê ji niha û pê de ji deverên li Herêma Kurdistanê hatine veqetandin re, li dewsa ku bêjin 'Herêmên Veqetandî' yan jî 'Herêmên bi Nakokî', bêjin 'Navçeyên Kurdistanî yên li Derveyê Herêma Kurdistanê'.

Herêma Kurdistana Federe ji sedî 52’yê Başûrê Kurdistanê pêk tîne, ji sedî 48’ê heta niha weke “Deverên bi Nakokî” an jî “Deverên Veqetandî” tên binavkirin. Rêveberiya ji bilî statuya taybet a Kerkûkê, piraniya deverên din di bin desthilatiya Iraqê de ye.

Ji sedî 48'ê axa deverên Başûrê Kurdistanê yê li derveyê sînorê Herêma Kurdistanê, ji parêzgehên Nînowa, Kerkûk, Selehedîn û Diyalayê pêk tê. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, derbarê deverên ku weke “Deverên Veqetandî” tên binavkirin de ji daxuyaniyek weşand.

Barzanî ragihand ku navê deverên wekî 'herêmên bi nakokî' an jî 'Deverên Veqetandî' tên binavkirin, dê ji niha û pê ve bibe 'Navçeyên Kurdistanî yên li Derveyê Herêma Kurdistanê'. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev biryar ji dîroka 12.12.2012 ve ketiye meriyetê.

Di daxuyaniya di malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê de cih girt de ev biryar hatin girtin:

- Piştî niha navê (Navçeyên Kurdistaniyên li Derveyê Herêmê) tê bikaranîn ji bo wan navçeyên Kurdistana Iraqê ku maddeya 140 a destûra Komara Iraqê li xwe digire.

- Li ser hemû Wezaret û aliyê fermî û nîv fermiyan û aliyê pêwendîdarên din pabendî vê biryarê bin.

-Ev biryar li roja derketinê ve tê bikaranîn.