Ji avakarên Enstutiya Kurdî Dûrre hate definkirin

Ji avakarên Enstutiya Kurdî Dûrre hate definkirin

Ji sazomankarên Enstîtuya Kurd, Nivîskar û Helbestvan Abdurrahman Durre, 2 roj berê li bajarê Kolnê Elmanyayê li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji destabû. Cenazeyê Durre li ser wesiyeta wî li gundê Kêranligê ya navçeya Milazgirê ya Mûşê bi girseyî hate definkirin.

Ji sazomankarên Enstîtuya Kurd, Nivîskar û Helbestvan Abdurrahman Durre, 2 roj berê li bajarê Kolnê Elmanyayê li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji destabû. Cenazeyê Durre li ser wesayîta wî duh bi balafirê anîn Stenbolê û pişt re anîn navçeya Milazgirê ya Mûşê. Cenazeyê Durre şevê din bi karwanekî qelebalix anîn Morgan Nexweşxaneya Dewletê ya Milazgirê.

Cenazeyê Durre bi tevlîbûna hezaran kesan li gundê Kêranligê yê Milazgirê hate definkirin. Xizmên Durre, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Mûşê Naîf Erol, Şaredarê Milazgirê M. Nurî Balci, rêveberên BDP'ê û hezaran kes tevlî merasîma cenaze bûn. Piştî karên veşartinê peyama parlementerên BDP'ê yên Mûşê Sirri Sakik û Demîr Çelîk hatin xwendin. Pişt re Serokê Rêxistina BDP'ê yê Mûşê Naîf Erol axaftine kir. Erol diyar kir ku, ew xemgîniya nivîskar û helbestvanê têkoşîna Kurd dijîn û wiha got: "Mamosteyê me li sirgûniyê jiyana xwe ji dest da. Êşa vê yekê gelek mezin e. Gelê kurd ne li çiyayan ne jî li sirgûnan mirin heqnekiriye. Dilê me wekî yê wan bi dijminahiyê tejî nîne."

Piştî axaftinan girse derbasî konê sersaxiyê yê li Parqa Kale ya Milazgirê hate vekirin bûn.

ABDURAHMAN DURRE KÎ YE?

Di sala 1934'an de li gundê Kêranligê yê Milazgirê hate dinê. Di sala 1960'an de dest bi melatiyê kir. Li Tutax, Têgor, Malkara, Tekîrdag û herî dawî li Sînopê muftîtî kir. Li Medreseya Norşînê xwendekar perwerdekirin. Ji ber di salên 1990'an de axaftinên radîkal kirin hate sirgûnkirin. 3 mehan li Girtîgeha Erzinganê de ma. Piştî qetilkirina Musa Anter ji kurê xwe Şukru Durre re got, "Dora mine" û hefteyek şûna koçî Elmanyayê kir. Li Ewropayê ji bo gelê Kurd têkoşîn meşand. Di nav xebatên Partiya Îslamî ya Kurd de bi hêz cih girt. Bi navê Kurdname helbest û diwana wî heye. Hêj pirtûka xwe xilasnekir jiyana xwe ji dest da.