Ji artêşa Tirk operasyonên provokatîf

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku artêşa Tirk bi armanca provokasyonê derdikeve operasyonan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku artêşa Tirk bi armanca provokasyonê derdikeve operasyonan.

Navenda ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser liv û tevgera leşkerî ya artêşa Tirk daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di 6'ê Gulanê saet di 16:00 de yekîneyek cerdevanan a ji Qereqola Gomanê ya li ser xeta sînor a herêma Xakurkê derketiye operasyonê. Navendê diyar kir ku hêzên gerîla ji bo hişyarkirinê gule teqandine û li ser vê yekê operasyon saet di 16:30 de bi dawî bûye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 7'ê Gulanê saet di navbera 07:00 - 12:00 de artêşa Tirk bi pêgerên hewayî yên bê mirov re li herêma Gare keşif kiriye û hat gotin, "Her wiha di 6'ê Gulanê saet di 15:00 de li ser herêma Aavaşînê balafirên şer tevgeriya ne.

Di 6'ê Gulanê saet di navbera 14:00 - 16:30 de ji Qereqola Serbesta ya li navçeya Şirnex Qilabanê ku di bin artêşa T.C a dagirker de ye bi tankan herêma derdorê hatiye bombekirin. Ev hefteyeke li herêma di navbera Qereqola Serbesta û Girê Êrîş de, tevgera leşkerî zêde bûye.

Di 6'ê Gulanê saet di 05:00 de, li ser rêya bendava li navçeya Amed Farqînê, artêşa T.C a dagirker bi maşînên zirxî dest bi operasyonekê kiriye. Gelê herêmê nerazîbûn nîşanî operasyonê daye. Li ser vê yekê artêşa Tirk êrîşî gel kiriye û li vir pevçûneke demdirêj rû daye. Artêşa Tirk a ji operasyonê encamek negirt, heman rojê saet di 13:00 de vekişiya ye.

Di 6'ê Gulanê saet di navbera 18:00 - 19:00 de li ser qada Girê Kor ê Îdirê balafirên hewayî yên bê mirov ên artêşa T.C a dagirker keşif kirine. Her wiha di heman demê de helîkopterên bi tîpa Skorsky û Kobra li herêmê tevgeriya ne.

Heman rojê saet di 14:30 de li qada Çemçê ya navçeya Erzîrom Qereyaziyê, helîkopterên bi tîpa Skorsky tevgeriya ne.

Wekî din saet di 17:00 de ji navçeya Agirî Bazîdê ber bi navçeya Qamuşanê gelek maşînên zirxî û alavên leşkerî hatine veguhastin.

Di 5'ê Gulanê saet di 17:00 de li gundên Avzût û Zîrtet ên di navbera Mûş û navçeya Bedlîs Norşînê de ne, artêşa T.C a dagirker dest bi operasyonê kiriye. Artêşa Tirk di vê operasyonê de li hin girên krîtîk bicih bûye."