Seîd Bingol ku yek ji kesên ji doza 49’an jiyan dikir, ji ber nexweşiya penceşêra roviya jiyana xwe ji dest da.
Seîd Bîngol ku demek bû ji ber sedema nexweşiya penceşêra roviyan dihat derman kirin, li Nexweşxaneya Damla ya Xerpêtê 1’ê Cotmeha 2012’an jiyana xwe ji dest da. Seîd Bîngol ku di sala 1934’an li Çewlikê hatibû cîhanê, piştî dibistana Amedeyî li Dibistana Ziya Gokalp qedant, di sala 1955’an de li Zanîngeha Stenbolê dest bi Fakulteya Îktîsatê dike. Seîd Bîngol ku pêşengtiya avakirina Komeleya Hînkariya Bilind ya Çewlikê jî kir. Her wiha yek ji kesên di sala 1956’an de pîrozbahiya Newrozê li Heybeliadayê pêkaniye.
Doza 17’ê Kanûna 1959’an de ku weke “Doza 49’an “ tê zanîn di encama operasyonê de Seîd Bîngol tê girtin û di hucreyên Harbiyeyê de tê girtin. Piştî doza 49’an piştî tevgera Şêx Seîd, Seyîd Riza û Agiriyê tevgera herî mezin tê zanîn, di jiyana xwe de her tim cihê xwe di nava tekoşîna gelê Kurd de derbazkiriye û cih girtiye. Bîngol zewicî bû û xwediyê 6 zarokan bû.