44 partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî yên Amedê têkildarî komkujiya Roboskiyê de hate 28'ê kanunê dê gelek bername û çalakiyan li dar bixin. Serokê Giştî yê DDKD'ê Îmam Taşçier têkildarî mijarê de axivî û wiha got: "Roboskî qirkirinek e. Divê kurd li hemberî vê qirkirinê bêdeng nemînin. Divê dengê xwe bilind bikin û bibin yek."
Koordînasyona ji 44 partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên weke KCD, BDP, ÎHD, DDKD, ESP, OSP, KADEP, EMEP, Koma Diyalogê ya Dîcle Firat, Înîsiyatîfa Azadî, HDK û MAZLUMDER'ê jî di nav de li Mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî komkujiya Roboskiyê de civîna çapemeniyê li dar xistin.
Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Serokê Giştî yê DDKD'ê Îmam Taşçier, Alîkarê Serokê Giştî yê KADEP'ê Lutfu Baksî û nûnerên saziyan tevlî civînê bûn. Li ser navê saziyan Serokê Giştî yê DDKD'ê Îmam Taşçier daxuyanî xwend û wiha got: "Divê hemû kes xwedî çalakiyên şermezarkirina komkujiya Roboskiyê pêk tên derbikevin. Em weke rêxistinên Kurdistanî ji bo careke din 'komkujiyên weke Roboskiyê pêkneyên' hatin cem hev. Ji bo Roboskî neyên ji birîkirin û tenê neyê hiştin em dê ji îro pê de dest bi çalakî û bernameyan bikin."
Taşçier ragihand ku heta salvegera komkujiyê yanî heta 28'ê kanunê dê dê gelek bername û çalakiyan li dar bixin û wiha axivî: "Em dê di 27'ê kanunê de li Amedê bi girseyî meşekê li dar bixin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Em hemû saziyên kurdan dê dengê xwe bilind bikin."
Taşçier axaftina xwe wiha berdewam kir: "Roboski qirkirinek e. Divê kurd li hemberî vê qirkirinê bêdeng nemînin. Divê dengê xwe bilind bikin û bibin yek." Taşçier da zanîn ku divê li her aliyê Tirkiyeyê welatî dengê xwe bilind bikin û bertekan nîşanî komkujiyê bidin.
Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî diyar kir ku komkujiya Roboskiyê pirsgirêka hemû kesên dibêjin ez "mirov im" e û wiha got: "Di civîna serê sibê de gelek pêşniyar û nêrîn derket holê. Em dê ji Çarriya Rezan hate Parqa Koşuyoluyê meşekê li dar bixin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Em dê di 28'ê kanunê de biçin Roboskiyê. Dê ji her aliyê Tirkiyeyê nûnerên saziyan û welatî bên Roboskiyê. Divê li her bajarê Tirkiyeyê welatî xwedî li vê komkujiyê derbikevin."
Piştî axaftina Zumrut têkildarî mijdarê de dê danezanek hevpar bê amadekirin û pişt re dê nêrînên saziyên din ên Amedê jî bên girtin.