Ji 38 kesên ku 20'ê berfanbarê li Stenbol, Sêrt, Bedlîs û Êlihê hatin binçavkirin 36 kes serbest hatin berdan û 2 kes bi îdîaya "li gel ne endamên rêxistinê ne, li ser navê rêxistinê sûc kirine" hatin girtin.
20'ê berfanbarê de bi fermana Serdozgerê Komarê yê Amedê, ji aliyê Fermandarê Cendirmeyan ê Sêrtê ve, li Sêrt, Êlih û Bedlisê operasyonên hemwext pêk hatin. Di operasyonê de 38 kes hatin binçavkirin.
Bi fermana Dozgerê Komarê yê Amedê Sêrtê li 16, li Êlihê 2, li Bedlesî û 2 li Stenbolê 18 kes bi tevahî 38 kes hatin binçavkirin. 4 kesên ku li Sêrt û Êlihê hatin binçavkirin li Fermandariya Cendirmeyan serbest hate berdan. Ji 18 kesên Stenbol 8 kes serbest hatin berdan û 10 kes jî anîn Sêrtê.
26 kesên ku li Sêrtê 3 rojin di bin çavande ne, ji Sêrtê veguhestin Dozgeriya Komarê ya Amedê. Dozgerê komarê 24 kes serbest berdan û Îbrahîm Temurboga û Mehmet Emîn Togluk jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dîwana Dadgeha Nobedar a Amedê jî der barê 2 kesan de bi îdîaya "li gel ne endamên rêxistinê ne, li ser navê rêxistinê sûc kirine" biryara girtinê da û şand girtîgeha Tîpa D a Amedê.