Kongreya Awarte ya KCD'ê destpê kir. Hevseroka Giştî ya KCD'ê Irmak axaftina vekirinê ya kongreyê kir û destnîşan kir, gelê Kurd wê ji xweseriya demokratîk venegere. Irmak diyar kir, çareserî jî bêyî azadiya Ocalan nabe.
ANF
AMED
şemî, 26 adarê 2016, 11:30
Kongreya Awarte ya KCD'ê destpê kir. Hevseroka Giştî ya KCD'ê Irmak axaftina vekirinê ya kongreyê kir û destnîşan kir, gelê Kurd wê ji xweseriya demokratîk venegere. Irmak diyar kir, çareserî jî bêyî azadiya Ocalan nabe.
1. Kongreya Awarte ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Salona Konferansê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê serê sibê destpê kir. Li salona kongreyê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê bi nivîsa "Xwerêveberî bi jinê ava bû û wê bi jinê jîn bibe" hat daliqandin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demirtaş, Hevserokên KCD'ê Hatîp Dîcle û Selma Irmak, wekîlên HDP'ê Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û delege beşdarî kongreyê bûn. Kongreyê bi rêzgirtinê destpê kir.
Hevseroka KCD'ê Selma Irmak axaftina vekirinê kir û hemû kesên li salonê silav kir. Irmak, ewil 3 jinên Kurd ên li Silopiyayê û Mehmet Tûnç ê li Cizîrê hatin qetilkirin bibîr anî û wiha got: "Gelê Kurd wê ti carî vê komkujiyê ji bîr neke. Gelê Kurd di zilmek mezin re derbas dibe. Li hemberî êrîşên giran berxwedanek dîrokî didin. Kurd tên qetilkirin lê stu xwar nakin. Ez berxwedana wan bi rêzdarî silav dikim. "
Irmak destnîşan kir ku ew di bin şertên pir giran de konrgeya xwe pêk tînin û barekî giran li ser milê wan e. Irmak, da zanîn ku pêwiste xwedî perspektifek xurt bin û wiha axivî: "KCD yek bi yek bi pirsgirêka kurd eleqeder dibe. Her wiha ji bo demokratikbûna Tirkiyeyê têdikoşe. Ji bo çareseriyê gelek erk û peyvir li pêş me hene. Me hin erk pêk anîn, lê ji ber pêvajoyê gelek erkên ku em pêk bînin jî hene. Em dixwazin kêmasiyên xwe di ber çavan re derbas bikin û bi perspektifên xurt û zelaltir riya xwe berdewam bikin. Em dixwazin bi ruhekî nû pêvajoyê bi rêve bibin."
Irmak anî ziman ku pêvajo xetimiye û ji bo vê xitimandinê vekin divê ji nûve aştî û demokrasiyê têxin meriyetê. Irmak, destnîşan kir ku wa di 26-27'ê Çile de deklarasyonek weşand û di vê deklarasyonê de diyar kirine ku ew aştî û demokrasiyê dixwazin. Irmak, bilêv kir ku ji ber vê deklerasyonê ew rastî lêpirsînê hatin û der barê wan de fezleke hatin amadekirin û wiha berdewam kir: "Hin kesên naxwazin pêvajoya aştiyê pêş bikevin hene. Dixwazin bibin asteng. Ji bo kurd bigêjin makezagona demokratik Xweseriya Demokratîk daxwaza wan a jêveneger e. Bê statuya kurdan nayê qebûlkirin. Em weki KCD li pey vê deklerasyonê ne.
Bi tank û topan pirsgirêka Kurdan nayê çareserkirin. Em her dem bi hêvî ne. Ji ber ku yên heviyên xwe winda bikin wê her tiştê xwe winda bikin. Em dibêjin Ey dewlet tu çiqas me bi tank û topan tine bike ji ti nikare vîna me bişkîne. Tu nikare me ji azadî û daxwaza me qut bike. Em dîsa dibêjin ey siyasetmedar pêşiya siyaseta demokratîk û çareseriyê vekin. "
'EM NEBIN KURMÊ DARA XWE'
Irmak anî ziman ku ger peymanên nû neyên îmzekirin û pirsgirêka Kurd bi rêya demokrasiyê neyê çareserkirin wê peymana Sykes Picot ji nû ve têkeve meriyetê û wiha lê zêde kir: "Serketina Rojava wê bibe serketina me hemûn. Zahmetiyên Rojava jî dê bibin zahmetiyên me hemûyan. Ti saziyên me ne terorîst in. Kurdek ji kurdên din re nikare bêje terorist. Irmak, helwesta Barzanî jî rexne kir û xwest rol û misyona xwe ya ji bo çareseriyê bilîze. Irmak, anî ziman ku Barzanî dikare rola aştiyê ya di navbera Kurd û Tirkiyeyê de bilîze wiha got: "Em bang li Mesut Barzanî dikin ku ji vê helwesta xwe ya berê vegere. Bila wekî kurê Mele Mustafa Barzanî tevbigere. Em nebin kurê dara xwe. Em li dijî dijmin nebin kurmê dara xwe."
Irmak helwesta dewletê ya ku panzêran di ser cenazeyên wan re derbas dikin û bajaran dagir dikin jî rexne kir û wiha got: "Ez wekî jinekê dibêjim di vê pêvajoyê de Têkoşîna Rizgariya Azadiya Kurdistanê di pêşengiya jinê de pêş dikeve. Sêvê Demîr Pakîze Nayir û Fatma Uyar jî ji pêşengên vê têkoşînê ne. Hişê jinê di serê wê û ruhê wê de ye. Ji ber vê yeke cenazeyên wan teşhîr dikin.
'OCALAN AZAD NEBE, PIRSGIRÊK ÇARESER NABE'
Irmak herî dawi bal kişand ser minaka Mandela û diyar kir ku dema Mandela ji girtîgehê derket çavê her kesî li ser wî bû her dem helwesta xwe ya aştiyê danî holê. Irmak, anî ziman ku muhatabê çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Banga KCK'ê girîng e. Heta ku Birêz Ocalan azad nebe pirsgirêk çareser nabe.
Kongre bi axaftina Hevserokê KCD'ê, Hatîp Dîcle û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selehattîn Demîrtaş berdawam kir.