Pasdarên rejîma Komara Îslamî ya Îranê li Serdeştê ciwanek ê Kurd ê ku debara xwe bi bazirganiya li ser sînor dikir, qetil kirin. Hat ragihandin ku leşkerên rejîmê dikarîn ciwanê Kurd ê bi navê Rizgar bi saxî bigirin. Parlementerê Mehabadê Osman Ehmedî jî mijara sînor bir rojeva Parlementoya Îranê.
Kuştinên bêdaraz ên li ser sînorê Rojhilat- Bakûr û Başûrê Kurdistanê bê navber berdewam dikin. Herî dawî ciwanê Kurd ê bi navê Rizgar ku paşnavê wî nehate zanîn, debara xwe li ser sînor dikir, ji aliyê leşkerên rejîma Îranê ve bi hinceta “qaçaxçitiyê” hate qetilkirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, roja 23’yê berfanbarê, ciwanê Kurd Rizgar, bê ku were hişyarkirin, hatiye gulebarankirin û hatiye qetilkirin.
Herî dawî, 21’ê berfanbarê, leşkerên rejîma Îranê, li navçeya Qanka ya Birîndanê ya bajarê Serdeştê, bi hinceta “qaçaxçîtiyê” ciwanê Kurd ê bi navê Dilşad Pîrozî rasterast gulebaran kirin. Hate diyarkirin ku Dilşad Pîrozî yê 18 salî, xelkê gundê Gerwês ê bajarê Serdeştê ye.
Parlemenerê Mehabadê Osman Ehmedî, mijara kuştinên bêdaraz ên li ser sînor bir rojeva Parlementoya Îranê û nerazîbûnek tund nîşanî van pêkanînên rejîma Îranê da. Ehmedî destnîşan kir ku gelê herêmê ji neçarî debara jiyana xwe li ser sînoran dikin û ji bo vê yekê canê xwe dideynin holê.
Osman Ehmedî da zanîn ku Kurdên sivîl ên ku li ser sînor debara xwe bi bazirganiya li ser sînor dikin, bi qasî rayedarên Îranê qaçaxçitiyê nakin. Her wiha ragihand ku Kurdên li ser sînor ji bo debara xwe ya rojane vî karî dikin, lê rayedarên Îranê qaçaxçitiyê li balefirgehan dikin.