Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê li hemberî êrîşên li hemberî avahiya BDP’ê ya Çewlikê û hemû saziyên Kurdan ên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê hişyariyek tund kir. Înîsiyatîfê bang li ciwanên Kurd kir ku xwedî li saziyên xwe derbikevin û bersivê bidin van êrîşan û got; “Heta ev êrîş berdewam bikin, em êdê hemû kesên girêdayî dewletê li Kurdistanê wezîfe dikin biçin hedef.”
Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê, derbarê êrîşên li hemberî saziyên Kurdan ên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê pêk tên daxuyaniyek da. Înîsiyatîfê destnîşan kir ku êrîş bi awayeke bi plan bi destê dewleta AKP’ê têne kirin û diyar kir ku ew ê li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin.
Înîsiyatîfê şerê şoreşgerî yê li Kurdistanê weke “pêvajoya serkeftina teqez” nirxand û got; “Ev pêvajoya ku em ji bo azadî û hebûna xwe weke firesendeke dîrokî dibînin, her çendî heta roja îro me gelek bedelên mezin dane, em tu carî ji têkoşîna xwe ya mafdar û bi rûmet bi qasî misqalekê tawîz nadin û gav ber bi paş ve naavêjin.”
Înîsiyatîfê destnîşan kir ku hêzên dagirker û hegemonk ji ber domandina tunebûna xwe di nava xof û tirsê de ne. Înîsiyatîfê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hat diyarkirin ku dewleta AKP’ê ya dagirker ku li hemberî berxwedana ku navenda wê Ocalan e, ket panîkê û bi bîr xist ku esareta Ocalan a ku ev 14 sal in li Îmraliyê berdewam dike veguherandiye îşkence û got ku weke şantajê bi kar tîne. Înîsiyatîfê got; “Gladyoya kesk a ku Fethullah Gulen û qeşmerê wî Erdogan dike, bi îşkenceya li hemberî rêbertiya me, operasyonên tunekirinê yên li hemberî tevgera me, operasyonên qirkirina fîzîkî û civakî ya li hemberî gelê me, karekterê faşîzma kesk a Tirk ku sîhketina faşîzma spî ziravtir û kûrtir kiriye û bi vî awayî ew kiriye cenawir.”
Înîsiyatîfê bal kişand ser êrîşa li dijî avahiya BDP’ê ya Çewlikê pêk hat û destnîşan kir ku ji ber ku AKP di bi psîkolojiya tunebûn û bêçaretiyê re rû bi rû maye û got; “Ji ber vê jî weke li Çewlikê, li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi pêşengiya polîs û fetwayên melayên minafiq û xwefiroş êrîşên li ser Kurdan û saziyên Kurdan têne organîzekirin. Komek Kurdên xwefiroş yên ji hiş û aqil bê par in, dikin amûrê vê yekê û wana li hemberî gelê wan didin bikaranîn. Lê ji îro pêve tu hêz nikare li pêşiya bidestxistina statu û azadiya gelê Kurd bibe asteng. Kesên ku naxwazin vê yekê fêm bikin dê bibin mehkûmê şkestin û binketinê.”
Înîsiyatîfa Gelê Kurdistanê bang li ciwanên Kurd kir ku xwedî li saziyên xwe derbikevin û bersivê bidin van êrîşan û ev bang kir; “Ev banga me ya ji bo hemû gelê me yê bi rûmet e: Divê em weke Kurd hemû hebûn û enerjiya xwe ji bo azadiya xwe û rêbertiya me yê ku azadiyê û jiyaneke bi rûmet nîşanî me da xerc bikin, ger dê jiyanek hebe, divê oxira vê yekê de be, li ser vî esasî divê hemû gelê me bi serhildanan bersivê bidin berxwedana zarokên xwe yên gerîla” Înîsiyatîfê li hemberî êrîşa hukûmeta AKP’ê û dewleta Tirk hişyar kir û got; “Heta ev êrîş berdewam bikin, em êdê hemû kesên girêdayî dewletê li Kurdistanê wezîfe dikin biçin hedef.”
Însîsiyatîfa Gelê Kurdistanê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû gelê Kurdistanê û raya giştî kir ku piştgiriyê bidin berxwedana greva birçîbûnê ya ku di girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin û banga xurtkirina têkoşînê kir.