Înîsiyatîfa Gel: Em hers sê jinan bi serhildanê pêşwazî bikin

Înîsiyatîfa Gel: Em hers sê jinan bi serhildanê pêşwazî bikin

Înîsiyatîfa Gelê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku dê hesabê komkujiya Parîsê ku di encama wê de siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, bê pirsîn û bang li gelê Kurdistanê kir ku serhildanê cenazeyên her sê jinan pêşwazî bikin.

Înîsiyatîfa Gelê Kurdistanê daxuyaniyek derbarê komkujiya ku 9’ê çileyê li Parîsa paytexta Franseyê pêk hat û di encamê de ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, nunera KNK’ê Parîsê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez hatin kuştin de daxuyaniyek da.

Înîsiyatîfê destnîşan kir ku Rojhilata Navîn û Kurdistan di pêvajoyeke “hesas û bi êş” re derbas dibe û ragihand ku gelê Kurd di vê pêvajoyê de di warê konjuktora siyasî û diyarkirina çarenûsa Rojhilata Navîn gelê herî girîng e.

Di daxuyaniyê de hate destîşankirin ku nêzî 5 hezar sal in ku jin li dijî zîhniyeta desthilat a bavsalarî têdikoşe û hate diyarkirin ku tevgera têkoşîn azadiya jina Kurd bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş ket û di têkoşîna 40 salan a PKK’ê de “weke hestiyê pişta mirovahiyê” li Kurdistanê ji nû ve şîn bûye.

Înîsiyatîfa Gel bal kişand ser êrîşên li hemberî têkoşîna azadiya jinan û komkujiya 9’ê çileyê li Parîsê pêk hat û di encamê de jinên Kurd ên siyasetmedar ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwan Leyla Şaylemez weke mînaka van êrîşan destnîşan kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku berpirsên komkujiya li Parîsê hukûmeta AKP’ê û gladyoya wê ya kesk e û hat ragihandin ku berê xwestin bi derbeyên Ergenekon û îşkenceyan tevgera azadiya Kurdistanê teslîm bigirin û tune bikin, lê li hemberî berxwedana şehîdên qehreman, milîtan û gelê welatparêz bi ser neketin.

Înîsiyatîfê got: “Hevala me Sakîne di dema derbeya 12’yê Îlonê de di zîndana Amedê de di şexsê Esad Oktayê namerd de, tifî rûyê hemû gladyonên namerd kiriye û bi qehremanî û biryardiya xwe biryardariya Têkoşîna Jin û Azadiya Kurdistanê nîşanî her kesê daye. Ev komkujiya ku AKP û gladoyoya wê bi awayeke namerd kir, careke dnin nîşan dide ku di şexsê her sê hevalên me de gelê me hatiye hedefkirin û xwestine peyamên komkujiyan bidin. Divê neyê jibîrkirin ku têkoşîna azadiyê li hemberî van komkujiya bê deng nemaye û hesabê wê pirsiye. Ev namerdî jî bê hesab namîne. Divê gelê me li her derê, weke hevala me Sakîne tifî rûyê Esat Oktayan kiribû, bi tifî ruyê AKP û gladyoya wê ya kesk bikin û bi serhildanan hesabê bixwaze.”

Înîsiyatîfa Gelê Kurdistanê di daxuyaniya xwe de da diyarkirin ku ew ê bi bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemezê têkoşîna azadiyê bigihînin serkeftinê û ev bang kir:

“Di serî de, jin û ciwanên me divê ji bo pêşengiya têkoşîna bikin xwe bi rêxistin bikin û têkoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin. Em tenê dikarin bi serkefitnê di şexsê her sê hevalên me yên leheng de bibin hêjayê hemû şehîdên Kurdistanê û armancên wan.”

Divê hemû gelê Kurdistanê, li Kurdistan, Tirkiye û hemû qadên cîhanê qîrîna xwe ya azadiyê bilind bikin. Divê bi taybet gelê me yê li Kurdistanê bi serhildanên xurt cenazeyên her sê hevalên me ku dê bînin Kurdistnaê pêşwazî bikin û xwedî lê derbikevin.”