Înîsiyatîfa Gel a Amedê bang li gelê Kurdistanê kir ku di yekemîn salvegera Komkujiya Roboskê de jiyanê rawestînin. Înînsiyatîfê got: “Divê 27-28’ê berfanbarê tu esnafên me derabeyan venekin, kontak venekin, xwendekar neçin dibistanê, tu karker neçin kar. Em bang li gelê xwe dikin ku bi berxwedana xwe ya mezin bi ruhê serhildanê hesabê van komkujiyan bipirse.”
Înîsiyatîfa Gel a Amedê derbarê êrîşên li hemberî cenazeyên gerîlayan pêk tên û komkujiya Roboskê de daxuyaniyeke nivîskî da. Înîsiyatîfê di daxuyaniya xwe de nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên li hemberî gerîlayan da û bi bîr xist ku tehemûla cenazeyan jî nakin. Înîsiyatîfê destnîşan kir ku mînaka herî aşkere ya vê yekê êrîşa li hemberî cenazeyên gerîlayan Dijwar Amed û Axîn Viyan pêk hat û got: “Zîhniyeta ku dibêje em Kurdê mirî jî Kurdê zindî jî qebûl nakin, li weatê me terorê dimeşîne.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi sedan sal e dewleta Tirk a faşîst bi zîhniyeta xwe ya komkuj êrîşê gelê nirxên pîroz ên gelê Kurd dike û komkujiyan pêk tîne. Înîsiyatîfê got: “Komkujiyên Dêrsim, Agirî, Geliyê Zîlan, Mereş û weke din bi dehan caran dubare bûne” û diyar kir ku hejmara komkujiyên di serdema AKP’ê de pê hatin nayê zanîn û bi bîr xist ku 14’ê berfanbara 2009 li navçeya Kopê ya Mûşê polîsan du ciwanên Kurd ên girtina DTP’ê protesto dikirin qetil kirine.
ERDOGANÊ QATIL ÊRÎŞÊ NIRXÊN KURDAN DIKE
Înîsiyatîfê bal kişand ku komkujiya herî dijwar komkujiya Roboskê bû û destnîşan kir ku ev komkujiya sucê mirovahiyê, di heman demê de êşên bi sedan sal careke din bi Kurdan dane kişandin. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Erdogan û çeteya wî ya gladyoya kesk, 34 ciwanên Kurd bi balafirên şer bi awayeke xwînxwar qetil kirine. Erdogan di her firsendê de êrîşê nirxên Kurd dike.” Înîsiyatîfê ragihand ku hevsera Erdogan, Emîne Erdogan piştî komkujiyê çûye Roboskî û hesirên “derew” barandiye, lê piştî komkujiyê dewleta Tirk dest bi girtin û binçavkirina ciwanên Roboskî kiriye û gpt: “Erdogan kujer jî generalê ku ferman a komkujiyê dabû xelat kiriye. Ev yek jî tê wê wateyê ku tu ewlehiya jinan agelê Kurd tune ye. Herî dawî ji aliyê çeteyên Erdogan ve li nîva kolanê ciwanê me yê bi navê Ozgur Arta hatiye înfazkirin.”.
BI RUHÊ SERHILDANÊ XWEDÎ LI ROBOSKÎ DERBIKEVIN
Înîsiyatîfê destnîşan ki rku divê qetilkirina tu Kurdan neyê qebûlkirin û got: “Divê tu Kurdên bi şeref û rûmet li hemberî komkujiya Roboskî ya li hemberî ciwaên me hat qebûl nekin û ji bo bîranaîna wan heta hêzên dewleta Tirk a faşîst ji ser axa me dernexin, ranewestin.”
Înîsiyatîfa Gel a Amedê bang li gelê Kurdistanê kir ku di yekemîn salvegera Komkujiya Roboskê de jiyanê rawestînin. Înînsiyatîfê got: “Divê 27-28’ê berfanbarê tu esnafên me derabeyan venekin, kontak venekin, xwendekar neçin dibistanê, tu karker neçin kar. Em bang li gelê xwe dikin ku bi berxwedana xwe ya mezin bi ruhê serhildanê hesabê van komkujiyan bipirse.”