Înîsiyatîfa Gel a Botanê nelet li komploya navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998 de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah hate destpêkirin barand û bang li gelê Botanê kir ku jiyanê li komplogeran bikin kabûs.
Înîsiyatîfa Gel a Botanê bi boneya 14’emîn savgera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li hembeî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku êdî tu tehemûla gelê Botanê li hemberî komployê nemaye.
Înîsiyatîfê bal kişand ser kevneşopiya berxwedanê ya gelê Botanê û wiha got; “Botan yekane keleha ku Sargonan, Îskenderan, Dariûsan, Moxolan û Alpaslanan hewl dane bi dest bixin, lê nekarîne bikevinê.” Di daxuyaniyê de îşaret bi rola girîng a Botanê di serhildanên pêşî yên gelê Kurd û “serhildana hemdem a gelê Kurd PKK”ê de hate kirin û hate diyarkirin ku dijminên Kurdistanê hemû rêbazan li hemberî gelê Kurd bi kar anîne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komkujiyê Dêrsim Dersim, Zîlan , Agiri, Koçgıri, Helepçe, Qamişlo , Roboskî, Pozantı tenê beşek ji van rêbazan e û wiha hat gotin; “Rêber Apo ku vê rastiya bi nelet serûbin kir, bû hedefa van hêzên komploger û em dikevin sala 15’emîn a esaraeta Rêber Apo. Êdî tu tehemûla me ya li hemberî sîstema îşkenceyê ya li ser Rêber Apo nemaye. Êdî em naxwazin tevî vê komploya bi nelet re bijîn.”
Înînsiyatîfa Botanê got; “ Hemleya me ya bi çalakiya fedayî ya heval Êrîş û Andok û operasyona şoreşgerî yên gerîlayan dest pê kir, gav bi gav Rêbertiya me û Kurdistanê ber bi azadiyê ve dibe. Stratejî û polîtîkaya Rêbertî û partiya me ya li Rojhilata Navîn, her rojê me zêdetir nêzî serkeftinê dike. Dijminê ve li hemberî vê yekê ketiye panîkê û heta xeta li ser xetayê dikin.” Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hesabên wan ên li Rojhilata Navîn bi ser neketin û got; “Mezinkirina serhildanên ku stûna Şerê Gel ê Şoreşgerî ye, dê azadiya Rêber Apo û Gelê me teqez bi xwe re bîne.”
Înîsiyatîfê wiha domand; “Em jî weke Înîsiyatîfa Gelê Botanê em nayên lîtokên ku AKP, Ergenekona Kesk a fethullah ên ku li hemberî têkoşîna me ya azadiyê bê çare mane. “ Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tişta “Ergenekona Kesk” jêre dibêje “aşitî”, mijûlkirin û xapandine û bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî Kurdan bê navber didomin.
Di daxuyaniyêd e hate diyarkirin ku têkoşîna azadiyê di salvegera 14’emîn de gihiştiye ber serkeftinê û wiha hatiyrkirin ku yekane astengiya li pêşiya azadiya Ocalan û gelê Kurd AKP û Ergenekona Kesk e. Her wiha hat diyarkirin ku ew ê bi serhildanan li van astengiyan bixin û tune bikin.
Înîsiyatîfê bang kir ku bi pêşengiya Botanê rabin serhildanê û heta bidestxistina azadiya Ocalan jiyanê li komplogeran bikin kabûs. Hat diyarkirin ku divê gelê Kurd ji bilî Rêbertî û Kurdistanê guhê xwe li her tiştê bigire û got; “Bila dijmin bizane êdî gelê Kurd nabe mexdûr û mazlûm.”
Di dawiya daxuyaniyêd e hat diyarkirin ku divê hemû gelê Kurd di vê demê de ku gelê Kurd ber bi azadiyê ve diçe wezîfe û berpirsyariyên xwe yên welatparêzî bîne cih û banga xurtkirina serhildan û berxwedanê li gelê Botan û hemû Kurdistanê hate kirin.